Ruhê berxwedana 14'ê Tîrmehê li Cizîr û Sûrê dijî
Gerîlayên PKK'ê, berxwedana mezin a 14'ê Tîrmehê nirxandin û diyar kirin, ev ruhê berxwedanê li Cizîr û Sûrê dijî.
Gerîlayên PKK'ê, berxwedana mezin a 14'ê Tîrmehê nirxandin û diyar kirin, ev ruhê berxwedanê li Cizîr û Sûrê dijî.
Gerîlayên PKK'ê, berxwedana mezin a 14'ê Tîrmehê nirxandin û diyar kirin, ev ruhê berxwedanê li Cizîr û Sûrê dijî.
XEYRÎ MARDÎN: YA KU ESAT OKTAY NEKARÎBÛ BIKE, ERDOGAN HEWL DIDE BIKE
Gerîlayê PKK'ê Xeyrî Mardîn da xuyakirin, ku çavkaniya berxwedana roja îro, berxwedana 14'ê Tîrmehê ye û got, "Ya ku Esat Oktay nekarîbû bike, îro Erdogan hewl dide bike. Lê belê, li hemberî vê yekê, ruhê berxwedanê yê ciwanên Kurd li dijî xwe dibîne. Eger ciwanên Kurd îro li Cizîrê, li Sûrê, li Nisêbînê li ber xwe didin, ev yek ruhê berxwedana Çaran, baweriya wan a ji ber azadiyê ye. Îro bi dehan, bi sedan Kemal, Xeyrî, Alî û Akîf hene. Mehmet Tûnç, Sêvê, Asya Yuksel û hevalên wan, bûne şopdarên ruhê berxwedanê yê 14'ê Tîrmehê."
KANÎ CÛDÎ EFRÎN: BERSIVA YEKANE YA LI HEMBERÎ TESLÎMIYETÊ, BERXWEDAN E
Gerîla Kanî Cûdî Efrîn jî got, "Meha Tîrmehê bêguman ji bo me gelekî watedar e. Gelek ciwanên Kurd di nava vê mehê de, di 1980'yî de tevlî rojiya mirinê bûn. Çalakiyeke bi vî rengî, nîşaneya herî şênber û watedar a dilsozî û baweriya gelê Kurd a bi azadiyê re ye. Ciwanên Kurd ên li zîndana Amedê, ji bilî bedena xwe tiştekî wan nebû. Ev jî feda kirin. Ev yek ji bo me çalakiyeke gelekî watedar e û divê em timî li ser şopa wan bin. Berxwedana ku îro ciwanên Kurd nîşan dide, xwe dispêre vî ruhî, vê baweriyê. Ciwanên Kurd bi vê hêzê, li dijî zîhniyeta faşîst îro jî li ber xwe didin û ji bo azadiyê xwe feda dikin. Mînaka herî vekirî ya vê yekê Cizîr e, Sûr e."
EGÎD GABAR: EM Ê HETA DAWIYÊ ŞOPDARÊN WAN BIN
Egîd Gabar jî got, "Çawa ku PKK bi berxwedanê tê pênasekirin, çawa ku bi Mazlûm Dogan destpê kr û Çaran ev meşale bilind kirin, em jî îro şopdarên wan e. Gotina 'li ser gora min binivîsînin 'deyndar e' ya Mehmet Xeyrî Dûrmûş, ji bo me nêzîkatiyeke ku divê em timî pê re dilsoz bin û xwe deyndarê wî bibînin. Em ê heta dawiyê li ser şopa wan li ber xwe bidin. Ew eynika me ya berxwedanê ye. Ji bo bicihanîna xewn û xeyalên wan, em ê têkoşîna xwe mezintir bikin."