Rojnamevanê ku li ser destdirêjiyê nûçe çêkir, hate girtin

Rojnamevan Sînan Aygul ji ber nûçeya ku li ser destdirêjiya li Tetwanê çêkir, hate girtin.

Serokê Civata Rojnamevanan a Bedlîsê Sînan Aygul, ku ji ber nûçeya li ser bûyera destdirêjiyê ya li Tetwanê ya Bedlîsê hate destgîrkirin, bi îdîaya "Gel li kîn û dijminatiyê sor kiriye" ji aliyê Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ve hate girtin.

Aygul li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ev parvekirin kir:

"Beriya her tiştî yên ku divê bêne girtin Rojnamevan nîne. Yên divê bêne girtin tacizkar in, tecawizkar in. #GazetecilikSucDegildir"