Rapora otopsiyê ya Azîz Yûral hat aşkerekirin

Di rapora otopsiyê ya Azîz Yûral de, ku li Cizîrê dema hewl dida alîkariye bide jineke bi guleya polîsan birîndar bû ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, hat ragihandin ku bi guleyeke li serî ketî jiyana xwe ji dest daye.

Rêveberê SES'ê ya Cizîrê Azîz Yûral di 30'ê Kanûna 2016'an de li taxa Nûrê ya navçeya Cizîr a Şirnexê dema ku ji bo alîkariya jineke birîndar çûn di encama gulebaran hêzên dewletê de hatibû qetilkirin. Rapora otopsî ya Azîz Yûral derket. Di raporê de tê gotin ku Yûral bi guleyeke çekê ve jiyana xwe ji dest daye. 

Di rapora otopsiyê de wiha tê gotin: "Sedama mirina şexs girêdayî birîndarkirina bi guleyê û bi şikestina serî û xwîn çûye mejiyê wî, di mejî de raçingan zirar dîtine û di encama şoqa modulan e." Di raporê de hate gotin ku guleyek li şexs ketiye.

Cenazeyê Yûral ji ber rêveberiya awarte li Cizîrê nikare bê definkirin li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ye.