Qeymeqamtiya Cizîrê hewl dide cenazeyan bi awayekî korsan defn bike
Qeymeqamtiya Cizîrê hewl dide cenazeyên 4 kesên ku polîsên Tirk ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê revandin Cizîrê defn bike.
Qeymeqamtiya Cizîrê hewl dide cenazeyên 4 kesên ku polîsên Tirk ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê revandin Cizîrê defn bike.
Qeymeqamtiya Cizîrê hewl dide cenazeyên 4 kesên ku polîsên Tirk ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê revandin Cizîrê defn bike. Qeymeqamtî li malan geriya û got, “Em cenazeyan defn dikin, kesek dikare were”. Her wiha Qeymeqamtiyê ji bo kolandina gorê jî ji şaredariyê kepçe xwest.
Qeymeqamtiya Cizîrê hewl dide cenazeyên 4 kesên ku di êrîşên hêzên dewletê yên li Cizîrê hatin qetilkirin û duh êvarî bêyî malbatan agahdar bikin ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê revandin Cizîrê, bêyî destûra malbatan defn bike. Qeymeqamtî li malbatan geriya û got, “Em cenazeyên we defn dikin, kesek dikare were.” Her wiha Qeymeqamtiyê ji bo gorê li Goristana Asrî bikole jî ji şaredariyê kepçe xwest. Malbatên cenazeyên Dogan Îşçî, Ferdî Kalkan, Abdulmecît Yanik û Haci Ozdal ên cenazeyên wan hatin revandin û bi awayekî korsan hewl didin defn bikin, li hember rewşê bertek nîşan dan, şaredariyê jî ji ber ewlehiya canê operatorên kepçeyê nîne, kepçe neşand.