‘Qebedayî’ yê ku Mazlûm Dogan ew bi rêxistin kiribû jiyana xwe ji dest da

Ebedîn Satici (Ebedê) yê ku bi kadroyên pêşeng ên Tevgera Apoyî Hakî Karer, Mazlûm Dogan, Mahsûm Korkmaz, Gûrbet Aydin (Şehîd Mîzgîn), Ahmet Îbîn (Cahît) re têkoşîn meşandibû û gelek salan li girtîgehan ma, li Êlihê jiyana xwe ji dest da.

Ebedîn Satici (Ebede) yê ku li Êlihê wek ‘qebedayî’ dihat nasîn, lê piştî kadroyên pêşeng ên Tevgera Apoyî dît tevlî Tevgera Azadiya Kurd bû, di Sendîkaya Petrol-Îş a li Êlihê demên dirêj di têkoşîna kedê de cih girt. Salên 1990’î wek endamê PKK’ê hate girtin û bi salan di girtîgehê de ma. Satici, piştî girtîgehê di nav têkoşîna siyasî de cihê xwe girt û di wezîfeyên cur bi cur de wezîfeyên rêveberiyê kir.

Satici, yê ku li Êlihê bi navê ‘qebedayî’ tê nasîn, piştî ku kadroyê pêşeng ê Tevgera Apoyî Mazlûm Dogan wî dawetî ‘qehweya şoreşgerî’ ya ku wek ‘feqîrxane’ tê nasîn dike û nîqaşan pêş dixin, tevlî refên Tevgera Apoyî dibe. Ebedîn Satici, di domahiya jiyana xwe de bandora ku Mazlûm Dogan lê kiriye bi kesên derdor re dide hîskirin, bala xwe dide ser teoriya nirxê û modelên şoreşgerî ya Karl Marx. Satici, bi uslûbê xwe yê xweser ê bi felsefeya Apoyî re kiriye yek, bi kesayeta xwe ya wêrek ve her tim bala gelê Êlihê li ser xwe girt.

Satici, di operasyonên qirkirina siyasî de ku wek ‘Operasyonên KCK’ê’ hatin binavkirin, hate girtin. Ebedîn Satici yê 4 salan di girtîgehê de ma û bi pençeşêra qirikê ket, jiyana xwe ji dest da.

Ebedîn Satici yê ku bi heyranbûna xwe ya li beramberî Mazlûm Dogan tê nasîn û her carê behsa kesayeta Mazlûm dikir, li pey xwe gelek dozên siyasî yên dewam dikin hiştine. 

...