Polîsên Tirk li taxa Moryakûp a Nisêbînê avêtin ser malan
Polîsên 'tevgera taybet' ên Tirk li taxa Moryakûp a Nisêbînê ya li ser sînorê Qamişlo ye avêtin ser malan. Ji malan dengê teqînên dijwar tê.
Polîsên 'tevgera taybet' ên Tirk li taxa Moryakûp a Nisêbînê ya li ser sînorê Qamişlo ye avêtin ser malan. Ji malan dengê teqînên dijwar tê.
Polîsên 'tevgera taybet' ên Tirk li taxa Moryakûp a Nisêbînê ya li ser sînorê Qamişlo ye avêtin ser malan. Kesekî ji taxê ku nexwest navê xwe bêje, ji DÎHA'yê re ragihand, ku polîsên 'tîmên taybet' avêtin ser hemû malên li derdora wan û ji xaniyan dengê teqînên dijwar tê. Navborî diyar kir, ku ew bi fikar in polîsên 'tîmên taybet' di serdegirtina malan de bombe avêtine hundirê xaniyan. Tê gotin ku di dema serdegirtinê de tax ji aliyê maşînên zirxî ve hatiye dorpêçkirin.