Çalakiya bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê, rastî êrîşa polîsên Tirk hat û piştî zarokê 16 salî yê bi navê A.Y.K ji lingê xwe hat birîndarkirin, polîsan li wesayîtê siwar kirin û birin qereqolê.
Ciwan, li ser rêya Çarşemê û Emînaga ya Taxa Barbaros a girêdayî navçeya Seyhan a navenda Edeneyê kom bûn, xwestin êrîşên terorê yên dewleta Tirk û dorpêça li ser Kurdistanê protesto bikin. Lê, polîsan bi ava şid û bombeyên gazê û dem bi dem jî bi guleyên rast êrîşî ciwanan kirin. Li ser bersivdayîna ciwanên şer destpê kir. Di dema şer de polîs ketin nava kolanan, zarokê 16 salî yê bi navê A.Y.K kirin hedef û ji lingê wî birîndar kirin.
Zarokê birîndar yê bi navê A.Y.K. ji aliyê polîsên Tirk ve li wesayîta zirxî hat siwar kirin û birin Qereqola Polîsan a Huriyetê. Di bin çavdêriya polîsan de A.Y.K. rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Edeneyê û di bin çavdêriya polîsan de jî tê dermankirin, hat ragihandin ku xeteriya jiyana wî nîne.
Şahidan diyar kir ku dema polîs ketin nava taxan ketober gule reşandin, di nava kolanan de polîsan A.Y.K. hedef girtin û birîndar kirin. Dîsa şahidan diyar kir ku polîsan bi alikariya helîkopteran di nava taxê de dest bi binçavkirinê kirin û bi bombeyên gazê êrîşî derdor kirin.
Li taxan bêdengî heye.