Polîsên Tirk li Amedê zarokek birîndar kirin

Li navçeya Amed Peyasê, polîsên Tirk zarokê bi navê Yûsûf Acar ê 15 salî birîndar kirin. Acar ê ji pişta xwe bi guleya polîsan birîndar bû, rewşa wî giran e.

Li navçeya Amed Peyasê, polîsên Tirk duh bi şev zarokê bi navê Yûsûf Acar ê 15 salî birîndar kirin.

Guleya polîsan a li pişta Acar ket, paş stuyê wî derket. Zarokê bi giranî birîndar bû, bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl.

Mudaxleya destpêkê li Servîsa Lezgîn a Nexweşxaneyê hat kirin. Hat ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya Acar hînê xetere ye.