Polîsên Tirk gule li welatiyên diçûn avê reşand

Li Cizîrê ya ku terora dewleta Tirk di roja 25. de didome, Nadir Sumer (17) û Halîs Sumer (45) ên ku ji bo avê ji mala cîranan bînin derketin, ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hatin birîndarkirin.

Li Cizîrê ya ku terora dewleta Tirk di roja 25. de didome, Nadir Sumer (17) û Halîs Sumer (45) ên ku ji bo avê ji mala cîranan bînin derketin, ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hatin birîndarkirin.

Êrîşên hêzên dewleta Tirk ên li hember berxwedana xwerêveberiya gel, bi êrîş û dorpêça li Cizîrê didome. Ji ber sedema êrîş û dorpêça li ser Taxa Dagkapiyê av li mala Nadîr Sumer (17) û Halîs Sumer (45) nema, ji bo avê ji mala cîranên xwe bînin, dema ji malê derketin ji aliyê wesayîtên zirxî yên tîmên taybet ên Tirk ve gule bi ser wan de hatin reşandin û di encam de birîndar bûn. 

Birîndar, bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.