Her du birayên bi navê Nîdar Sumer (17) û Halîs Sumer (45) ên ji ber av li mala wan ne mabû ji bo avê ji cîranan bigirin derketibûn derve û di encama gulebarana tîmên taybet de hatibûn birîndarkirin, jiyana xwe ji dest dan.
Êrîşên hêzên dewleta Tirk ên li hember berxwedana xwerêveberiya gel, bi êrîş û dorpêça li Cizîrê didome. Ji ber sedema êrîş û dorpêça li ser Taxa Dagkapiyê av li mala Nadîr Sumer (17) û Halîs Sumer (45) nema, ji bo avê ji mala cîranên xwe bînin, dema ji malê derketin ji aliyê wesayîtên zirxî yên tîmên taybet ên Tirk ve gule bi ser wan de hatin reşandin û di encam de bi giranî birîndar bûn. Ji ber ambûlansa serwîsa lezgîn a 112 bi hinceta “Ewlekariyê” neketin taxê, her du bira nêzî niv saetê li erdê man. Piştre bi ambûlansa şaredariyê ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Nîdar Sumer û Halîs Sumer li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan.