Polîsên Tirk avêtin ser Şaredariya Erdîşê

Polîsên Tirk danê vê sibehê cara duyemîn avêtin ser Şaredariya Erdîşê, ku Hevseroka wê Dîba Keskîn girtî ye.

Polîsên Tirk ku di meha Cotmehê de avêtibûn ser Şaredariya Erdîşê û Hevseroka wê girtibûn, îro danê sibehê jî avêtin ser avahiya Şaredariyê. Polîsên ku avahiya şaredariyê dorpêçkirin, wek hincet biryara girtina Endamê Meclîsa Şaredariyê Ramazan Alaver dan der. Di dema serdegirtinê de odeyên Midûriyeta Karên Nivîsan, Hevserokan, alîgirên Hevserokan û hin odeyên nayên bikaranîn jî hatin sehîkirin. Di dema lêgerînê de polîs bi heqaretwarî nêzî Endamê Meclîsê yê Şaredariya Erdîşê Halîl Yilmazer bûn û gef lê xwarin. Polîsên ku Alaver nedîtin, zabitname nivîsandin û ji şaredariyê derketin. 

Piştî DBP di hilbijartina herêmî ya 2014'an de li Erdîşê bi ser ket, zextên li hemberî şaredariyê her diçe zêde dibin. Di 12'ê Cotmehê de Hevserok Dîba Keskîn û piştî wê endamên meclîsê Mecît Sargût û M. Nûrî Çîçek hatibûn girtin. Tevî girtina Hevşaredar, şaredarî tim ji aliyê mufetîşan ve tê sehîkirin û her bi serdegirtinên polîsan re rû bi rû ye.