Polîsan girtin ser mala Hevserokê DBP’a Artemêtanê

Polîsên Tirk di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de girtin ser mala Hevserokê DBP’a Artemêtanê Abdulkerîm Batmaz.

Li navçeya Artemêtan a  Wanê piştî hefteya bihurî xwerêveberî hat îlankirin û şûnde girtin û zextên dewleta Tirk didomin. Polîsên Tirk şevê din girtin ser mala Hevserokê DBP’a Artemêtanê Abdulkerîm Batmaz.

Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Artemêtanê Abdulkerîm Batmaz ê têkildarî mijarê agahî da got: "Polîsan û tîmên taybet duh bi şev saet 12.00’an hatin mala min. Beriya ku malbat derî veke camên derî şikandin, ketin hundir û lêgerîn kirin. Destûr nedan cîran derketin derve, heqaret û dijûn kirin. Heta bi mirinê jî tehdîd kirin.”