Polîsan êrîş birin ser ciwanên ku dorpêça Sûrê protesto dikirin

Ciwanên ku dorpêç û êrîşa li ser Sûrê li Rezanê protesto dikir rastî êrîşa polîsan hatin.

Ciwanên li Cadeya Gursel a Rezanê li hev civiyan, dorpêç û êrîşên 96 roj in li ser navçeya Sûr a Amedê didomin bi şewitandina lastîkan protesto kirin. Polîsên ku bi TOMA, Ûral û Akrepan hatin cihê çalakiyê, bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî ciwanan kirin. Li ser êrîşa polîsan ciwanan dest bi xweparastinê kirin, li ser vê şer derket.

Di vê demê de polîsan ji wesayîtên zirxî yên akrep bi guleyên rast kolan gulebaran kirin.

Bi vekşandina polîsan ve şer bi dawî bû.