Polîsan avêtin ser avahiya DBP'ê ya bajêr; gelek kes hatin binçavkirin

Hevseroka DBP'ê ya Wanê Caziye Dûman jî di nav de gelek kes di serdegirtinên malan de ji aliyê polîsên Tirk ve hatin binçavkirin.

Polîsên Tirk danê vê sibehê avêtin ser avahiya DBP'ê ya Bajarê Wanê û gelek malên li taxa Şehît Firat a li navçeya Îpekyolû. Dİ serdegirtinan de tevî Hevseroka DBP'ê ya Wanê Caziye Dûman gelek kes hatin binçavkirin.

Li Wanê, ku amadekariyên ji bo pîrozbahiya Newrozê dewam dikin, polîsên Tirk avêtin ser avahiya DBP'ê ya Bajarê Wanê û gelek malên li taxa Şehît Firat a li navçeya Îpekyolû.

Polîsan avahiya DBP'ê dorpêç kirin û ketin û derketina avahiyê girtin. Li avahiyê lêgerîna polîsan didome. Li taxa Şehît Firat a navçeya Îpekyolûyê jî polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de Hevseroka DBP'ê ya Wanê Caziye Dûman jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Hate diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin birine Midûriyeta Şaxa TEM'ê ya Artemêtanê.

NEWROZ HAT 'QEDEXE'KIRIN

Di vê navberê de Waliyê Tirk ê li Wanê, pîrozbahiya Newrozê ya 19'ê Adarê li Wanê qedexwe kir. Waliyê Tirk daxuyaniyek da û diyar kir ku ew destûrê nedin pîrozbahiya Newrozê.