Platforma Ji Ocalan Re Azadî: Em bi fikar in, demildest daxuyanî bê dayin!

Platforma Ji Bo Aştiyê Ji Ocalan Re Azadî got, “Têkîldarî tenduristî û şertên fizîkî yên Birêz Ocalan fikarên me bi awayekî cîdî zêde dibin”, xwest ku hikûmet demildest daxuyaniyê bide.

Platforma Ji Bo Aştiyê Ji Ocalan Re Azadî got, “Têkîldarî tenduristî û şertên fizîkî yên Birêz Ocalan fikarên me bi awayekî cîdî zêde dibin”, xwest ku hikûmet demildest daxuyaniyê bide.

Platforma Ji Bo Aştiyê Ji Ocalan Re Azadî piştî sirgûnkirina hin girtîyên li Girava Îmraliyê daxuyanî da.

Platforma daxuyaniya nivîskî weşand, wiha got: “Ji Birêz Ocalan ku ji 27’ê Tirmehê 2011’an bi parêzerên wî, ji 6’ê Cotmehê 2014’an ve bi malbat û wasiyê wî, ji 5’ê Nîsanê 2015’an ve bi heyetên siyasî re hevdîtin hatine astengkirin, bi awayekî objektîf girtina agahiyan êdî bê îmkan kirine.”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ev rewş jixwe bi vî şiklî hem ji mafên mirovan hem jî ji bo jiyana hevpar a di nav aştiyê de li Tirkiyeyê derbeyek e; bi daxuyaniya îro ji Buroya Hiqûqê ya Asrin ve jî fikarên me qat bi qat zêde bûne.” Daxuyanî wiha didome:

 ‘TÊKÎLDARÎ TENDURISTÎ Û ŞERTÊN FÎZÎKÎ YÊN BIRÊZ OCALAN EM BI FIKAR IN!’

“Em fêr bûn ku girtiyên din ên li Girava Îmraliyê Nasrûllah Kûran û Çetîn Arkaş sirgûnî Girtîgeha Sîlîvrî hatine kirin, hevdîtina van muwekîlan li Girtîgeha Sîlîvrî ya bi parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin re hatiye astengkirin û ji aliyê rayedaran re ti daxuyanî nehatiye dayin.

Bêyî ti spartekên qanûnî û hiqûqî hebe, astengkirina hevdîtina Birêz Ocalan bi parêzerên wî re, ti agahiyên têkîldarî şert û tenduristiya wî yên tatmînkar nayên dayin, ev bi xwe îhlalek giran e; şandina girtiyên Îmraliyê bi vî şiklî Sîlîvriyê, astengkirina hevdîtina bi parêzeran û rewşa agahî nedayinê, ne tenê îhlalek hiqûqî ye, di heman demê de helwestek nefretê zêde dike û kêfîyetek nîşana ku wê dewlet îhlalên xwe bi zêdekirinê bidomîne ye!”

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat bibîrxistin: “Fikarên me yên têkîldarî tenduristî û şertên fizîkî yên Birêz Ocalan û hewldanên ku Tirkiye xistina nav pevçûnên hê xurttir, bi awayekî cîdî zêde dibin.”

 ‘DIVÊ DEMILDEST DAXUYANÎ BÊ DAYIN, QENALÊN TÊKÎLIYAN BÊn VEKIRIN’

Platforma Ji Bo Aştiyê Ji Ocalan Re Azadî daxwaz û bangên xwe wiha rêz kir:

“Em bang dikin ku Wezareta Edaletê û saziyên rayedar demildest daxuyaniyek tatmînkar bidin; bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re qenalên têkîliyan vekin; bêyî rê ji fikaran re vekin divê hevdîtinên bi heyetan bi awayekî objektîf pêk were, bi raya giştî re agahiyên ronîker bên parvekirin; der heqê girtiyên ji Îmraliyê şandine Sîlîvriyê jî daxuyaniyên tatmînkar bên dayin; em tevahî raya giştî ya demokratîk a neteweyî û navneteweyî dawet dikin ku şopdarê vê pirsgirêka hiqûqî û polîtîk bin!”