Xwendekarê Minbicî Ehmed Mihemed Şêx ku zilma DAIŞ’ê dîtî got, ew bi pêngava rizgarkirinê gelekî kêfxweş e.
MAHÎR YILMAZKAYA
MINBIC
çarşem, 13 tîrmehê 2016, 10:35
Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê 2014’an Minbic dagir kirin, jiyana kesên ku li bajêr dijiyan li wan herimî.
Di nava wan şert û mercan de yek kesê ku barekî giran kete ser milan jî Ehmed Mihemed Şêx ê 26 salî bû.
Me û Ehmed Mihemed Şêx li gundê Oseclîyê hev nas kir ku dikeve başûrê rojava yê Minbicê û bi ‘Pêngava Rizgarina Minbiçê’’ azad bûbû.
Şêx diyar kir, ew ji deverên ku di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de bûn reviyaye û xwe li qadên azad girtiye.
Şêx got beriya ku li Sûriyê şerê navxweyî dest pê bike wî li Helebê dest bi xwendina zanîngehê kiribûye û piştî destpêkirina raperînê di nav çalakiyan de cihê xwe girtiye û piştî ku ev çalakî veguheriye şerê navxweyî zanîngeh berdaye û neçar maye ku li Minbiçê vegere.
'LI CIHÊN KONTROLÊ EZ REVANDIM Û BI ZORÊ ŞERÎAT DANE XWENDIN'
Şêx diyar kir piştî ku 2014’an Minbiç kete bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê jiyana lê bûye kerrafî.
Şêx got, DAIŞ’ê neçar hiştiye ku ew ‘Şerîata Îslamê’ bixwîne û ‘’her dema ku min xwest ji Minbiçê birevim, ji cihên xwedêgiravî yên kontrolê bi destê çeteyên DAIŞ’ê hatim revandin.’’
Şêx got çeteyên DAIŞ’ê xwendin weke tiştekî ‘guneh’, ‘karê kafiran’ û ‘’derî Îslam’ didîtin û destûr nedane ku biçe cihekî ku bikaribe xwendina xwe biqedîne û bi darê zorê xwestin ku ez şerîata îslamê bixwînim û piştre jî vê hînî zarokan bikim.
Şêx diyar ku wî du caran ev daxwaza çeteyan du caran red kiriye û ji bo vê jî du caran cizayê qemçiyan danê û piştî êşkenceya giran ew neçar maye ku şerîata îslamê bixwîne.
Şêx got ji bo ku ji zilma çeteyên DAIŞ’ê rizgar bibin weke gelek kesan bi dizîka ‘hawar’a xwe gihandina Meclîsa Leşkerî ya Minbiçê û got bi pengava ku 1’ê Hezîranê dest pê kirî ev hawara wan hatiye bihîstin û ew şad û bextewar bûne.
'PIR BI HÊSANÎ SÛCDAR DIKIN Û SERIYAN JÊDIKIN!'
Şêx diyar kir, çeteyên DAIŞ’ê serê xwe ji her tiştê Minbiçiyan tînin, di bin navê bacê de dest li ser mal û milkê wan datîninin û kesên ku li dijî van kiryaran derdikevin bi rehetî ji hêla çeteyan ve têne êşkencekirin û got mirov bi rehetî tên sûcdarkirin û serê wan têne jêkirin.
Şêx her wiha diyar kir çete bi gelek rê û rêbazan bûne asteng ku gel ji Minbiçê derkevin û got çeteyan mayin li rêyan çandine û kesên ku xwestin ji bajêr derkevin êşkenceya giran li wan hatiye kirin û gelek malbat jî bi vî awayî bi destê çeteyên hov hatine kuştin.
LI BENDA ROJA AZADIYÊ YE
Ehmed Mihemed Şêx û malbata wî xwe spartina qadên azad û li benda wê rojê ne ku şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbiçê, Minbiçê bi temamî rizgar bikin.