Piştî berxwedana 32 rojan jiyana xwe ji dest da
Dayika 3 zarokan Şîrîn Altay a ku di 24'ê Kanûnê de ji ber guleya topê ya li mala wê ket bi giranî birîndar bû, piştî berxwedana 32 rojan li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.
Dayika 3 zarokan Şîrîn Altay a ku di 24'ê Kanûnê de ji ber guleya topê ya li mala wê ket bi giranî birîndar bû, piştî berxwedana 32 rojan li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê di êrîşên tevkujiyê de di 24'ê Kanûnê dayika 3 zarokan Şîrîn Altay bi guleya topê ya li mala wê ketî, giran birîndar bibû. Altay, ji bo dermankirinê li Êlihê rakiribûn nexweşxaneyek taybet. Altay, piştî berxwedana 32 rojan jiyana xwe ji dest da.
Cenazê Altay, ji bo karên otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Herêmê ya Êlihê. Hate zanîn ku piştî karên otopsiyê wê Altay li Silopiyayê were defnkirin.
Tevî Altay, hejmara welatiyên ku di êrîşên 37 rojan de ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin bû 30 kes.