Piştgiriya Cizîr, Sûr, Silopiya, Kerboran û Farqînê rojeva Kongreya Heyva Sor a Kurdistanê bû

Saziya alikariyê Heyva Sor a Kurdistanê Kongreya xwe ya 24´an li dar xist.


Saziya alîkariya mirovahî, Heyva Sor a Kurdistanê 23’yê Çileyê li bajarê Elmanyayê Bonnê kongreya xwe ya 24’an li dar xist.
Kongre bi tevlîbûna 70 delege û gelek mêvanan pêk hat. 
Axaftina destpêkê ya kongreyê ji aliyê Seroka Heyva Sor a Kurdistanê Dr.Rojvan Bîlgîn ve hat kirin.
Dr. Bîlgîn di axaftina xwe diyar kir ku saziya Heyva Sor a Kurdistanê sala 2015’an hemû hêz û derfetên xwe ji bo alîkariya gelên Rojava û Kurdên Şengalê bikar aniye

Bîlgîn di dewama axaftina xwe de bal kişand ser rewşa aloz ya li Cizîr, Farqîn, Silopiya, Sûr, Nisêbîn û Kerboranê ku ji ber êrîşên dewleta Tirk rû daye da zanîn ku ew ê weke sazî di sala 2016’an de bi heman berpirsiyariyê destê alîkariyê  dirêjî van deveran bikin.
Piştî axaftina Dr. Rojvan Bîlgîn dîwana Kongreyê hat destnîşankirin û piştre rapora xebata salekê û ya aboriyê hat xwendin.
Beşdarên kongreyê destnîşan kirin ji destpêka sala 2015'an ve Heyva Sor a Kurdistanê ji bo bersivdayîna pêdiviyên welatiyên muhtac ên li Rojava, Kobanê û Şengalê  xebatên alîkariyê di asteke bilind de meşandiye.
 
Piştî nirxandinan, rapora xebatê û rapora aboriyê ji aliyê delegeyan ve hat erêkirin.
Delegeyên Kongreyê ji bo bihêzkirina xebatên saziyê yên sala 2016’an, pêşniyar û nirxandinên berfereh kirin. 
Di encamê de plansaziyeke hat amadekirin.
Li gorî vê plansaziyê, Heyva Sor a Kurdistanê di sala 2016´an de piraniya xebatên alîkariyê ji bo gelê li Cizîr, Farqîn,  Silopiya, Sûr, Nisêbîn, Kerboran û deverên din yên ku bin zilma dewleta Tirk de ne, bike. 
Her wiha hemû derfetên xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên jiyanî  yên van deveran bikar bîne.
Piştî nirxandinan, hilbijartinên rêveberiya giştî hatin lidarxistin.
Di encamê de Dr.Rojvan Bîlgîn,   Suat Yalçin , Amîra Osso, Vahdettîn Kiliç û Çekdar Uruç careke din weke endamên rêveberiya Heyva Sora Kurdistanê hatin destnîşankirin.
Dawiyê rêveberiya nû civîna xwe lidar xist û Dr. Rojvan Bilgin weke serokê nû yê Heyva Sor a Kurdistanê hat hilbijartin.