Peykerê "Xwedevenda Jina Berxwedêr" hate vekirin

Peykerê "Xwedevenda Jina Berxwedêr" ya li bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê bi destê peykersaz Zîrek Mîra hatibû çêkirin, îro li Qada Jina Azad hate danîn.

Bi merasîmeke girsayî Peykerê "Xwedevenda Jina Berxwedêr" bi beşdariya sedan welatiyên Kobanê hate danîn.

Di merasîmê de Fermandarên Yekîneyên Parastina Jin YPJ'ê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Sazî û Rêxistinên Siyasî yên Kantona Kobanê amade bûn.

Merasîma peyker bi torena leşkerî destpê kir, piştre Zîrek Mîra peykersazê ku bi eslê xwe ji Başûrê Kurdistanê ye û li wir ew peykera çêkiriye, peyker diyarî hêza jinê YPJ'ê kir.

Zîrek Mîra diyar kir ku ev peyker wek spasiya ji bo YPJ'ê  ye ku bûye sembola berxwedanê li hember hêzên terorîst û hevkarên wan, got:"Di sedsala 21’an de, YPJ'ê li seranserî cîhanê bûye sembola berxwedana li hember hêzên terorîst û hêjaye ku her hunermendek hunera xwe ya herî bedew pêşkêşî wan bike."

Mîra di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku bi rêya vî peykerî dixwaze ji raya giştî re berxwedana YPJ'ê destnîşan bike.

Fermandara YPJ'ê Rehîme Kobanî jî spasiya peykersaz Zîrek Mîran kir û ev peyker li hemû Jinên Kurd pîroz kir.

Seroka Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê jî di merasîmê de anî ziman ku "ev peyker ku pêşkêşî Kobanê bûye, wateyeke xwe ya neteweyî heye"  û her wiha şervana YPJ’ê Destîna ya ji Başûrê Kurdistanê bi bîra wan tîne.

Piştî axaftinan peyker ji aliyê Fermandara YPJ'ê Rehîme Kobanî û peykersaz Zîrek Mîra ve hate vekirin.

Merasîma danîn û vekirina peyker bi govend û stranên Komên navenda Çand û Huner a Baqî Xido bi dawî bû.

...