Peyama salvegera damezirandina YPJ Şengal

Fermandariya YPJ Şengal: “Me ji ezmûnên ji êşên xwe yekîneyên xwe yên parastinê ava kirin û piştî avakirinê bi demek kurt, ji bo azadkirina Şengalê me lez da têkoşîna xwe.”

Fermandariya YPJ Şengal têkîldarî yekemîn salvegera damezirandina YPJ Şengalê daxuyanî da, wiha got: “Di fermana 3’ê Tebaxê de bê guman êş û qirkirina herî mezin me jinên Êzidî dîtin. Bi hezaran jinên Êzidî dîl hatin girtin û li bazaran hatin firotin. Me ji ezmûnên ji êşên xwe yekîneyên xwe yên parastinê ava kirin û piştî avakirinê bi demek kurt, ji bo azadkirina Şengalê me lez da têkoşîna xwe.”

Fermandariya YPJ Şengal daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku 5’ê Çileyê salvegera damezirandina YPJ Şengalê ye. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piştî bê derfetiyên sala 2014’an rêxistinbûyina jinên Êzidî hatiye çêkirin, yekîneyên parastinê hatine avakirin û wiha dewam kir: “Di fermana 3’ê Tebaxê de bê guman êş û qirkirina herî mezin me jinên Êzidî dîtin. Bi hezaran jinên Êzidî dîl hatin girtin û li bazaran hatin firotin. Me ji ezmûnên ji êşên xwe yekîneyên xwe yên parastinê ava kirin û piştî avakirinê bi demek kurt, ji bo azadkirina Şengalê me lez da têkoşîna xwe. Me çawa di rizgarkirina Şengalê de rolek girîng lîst, wê ji niha û şûn de jî têkoşîn û perwerdeyên me bidomin.

Em tenê bi rizgarkirina Şengalê ve xwe sînordar nakin. Îro li Tel Afer, Mûsilê bi hezaran jinên Êzidî dîl hatine girtin. Di sala nû û yekemîn salvegera damezirandina me de hedefa me ya esasî rizgarkirina tevahî esîran e. Ji ber vê jî em ê têkoşîna xwe di rizgarkirina van herêman de bidomînin. Em wek garantiya jiyana jinên Êzidî, ji bo tevahî herêma Iraqê ji belaya DAIŞ’ê bê rizgarkirin, bi taybet jî ji bo jinên Êzidî yên li herêma Mûsilê wek êsîr tên girtin bên rizgarkirin, em ê dîsa wek hêzêk pêşeng rola xwe bilîzin.

Bi boneya yekemîn salvegera damezirandina me, em dizanin ku wezîfeya me ya esasî rizgarkirina tevahî jinên Êzidî yên esîr hatine girtin û avakirina ewlehiya wan e, em soza xwe ya mezinkirina têkoşînê nû dikin, em bang li tevahî jinên Êzidî yên girêdayî welat û azadiya xwe dikin ku tevlî nava yekîneyan bibin.

Bi rastiya ku gelekî li Rojhilata Navîn bê parastin her tim di xeteriyê de ye ve, em dizanin ku wezîfeya me ya esasî bihêzkirina yekîneyên me yên parastinê ye û pêşî li êşên nû girtin e. Li ser vî esasî damezirandina yekîtiya YPJ Şengal li tevahî gelê me û têkoşîna me ya azadiya jinê pîroz be.”