Pêşmergeyên PDK’ê li Şengalê gundiyek qetil kirin

Li gundê Bîrkasim ê girêdayî Şengalê ku li ser sînorê Şengal-Rojava ye, gundiyek ji aliyê pêşmergeyên PDK’ê ve hat qetilkirin.

Li gundê Bîrkasim ê girêdayî Şengalê ku li ser sînorê Şengal-Rojava ye, gundiyek ji aliyê pêşmergeyên  PDK’ê ve hat qetilkirin.
 
Li gundê Bîrkasim ê dikeve ser sînorê Şengal û Rojava, îro saet 08:30’ê gundiyê bi navê Seîd Xwedêda Qasim ku li bajarokê Xanesor dirûnê, dema ji bo kirîna pirêkêtan çû Bîrkasimê, li vir rastî êrîşa çekdarî ya pêşmergeyên PDK’ê hat.
 
Li gor agahiyên ji serçaveyên herêmî hatin girtin, gundiyê bi navê Seîd Xwedêda Qasim ku 4 gule bi bedena wî ketin, jiyana xwe ji dest da. Hat hînbûn cenazeyê Seîd birine Duhokê.