Pêkanînên OHAL’ê li Pîranê kûr dibin
Li navçeya Pîranê ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin û di demên dawî de piştî seat 18.00'an ji bo welatî bikevin malên xwe ger nekevin wê gule bê berdan anons tên kirin.

Li navçeya Pîrana Amedê pêkanînên dema OHAL'ê her diçe zêde dibe. Beriya demekê li Dîbniyê ji aliyê jendermeyan ve rê bi hinceta "ewlehiyê" bi barîqatan hatibû girtin û têkiliya navçeyê bi 45 cihan ve hatibû qutkirin. Li navçeyê niha jî Cadeya Ferah a derdikeve taxên Baglarbaşi, Çelebî û Yeşîltepeyê êvaran seat, 18.00'an ji çûn û hatinê re tê girtin û ji bo wesayîtan destûr nayê dayîn. Ji wesayîtên zirxî yên li girê Ziyaretê tên bicihkirin rasterast derûdor tê gulebarankirin. Bi anonsên ku ji aliyê tîmên taybet ve tên kirin, ji welatiyan re tê gotin ku bikevin malên xwe û heke kom bibin wê bên gulebarankirin.
Welatiyên li dijî vê dorpêça polîsan nerazîbûn nîşan dan diyar kirin ku ew mecbûr tên hiştin saet 17.00'an biçin malên xwe û heke wisa bidome wê dikanên xwe mecbûr bimînin bigirin.
Li aliyê din li gorî biryara ku Midûriyeta Polîsan a Pîranê girtiye, qeymeqamiyê jî hemû wesayîtên kar ên şaredariyê desteser kir.