Partiyên Avûstûryayî: AKP’e dest ji qetlîaman berde!
Li Avûstûryayê Kurdistanî li dijî AKP’ê protestoyên xwe didomînin, partiyên siyasî jî daxuyanî dan.
Li Avûstûryayê Kurdistanî li dijî AKP’ê protestoyên xwe didomînin, partiyên siyasî jî daxuyanî dan.
Li Avûstûryayê Kurdistanî li dijî AKP’ê protestoyên xwe didomînin, partiyên siyasî jî daxuyanî dan.
Li paytexta Avûstûrya Viyanayê li dijî êrîşên qirker ên hikûmeta AKP’ê yên li ser Kurdistanê çalakî û xebat didomin.
Kurdistaniyên li pêşiya avahiya navendî ya ORF, Televîzyona Dewleta Avûstûrya, hatin cem hev, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK, KCK, PYD’ê vekirin. Kurdistaniyan ji ber ORF rewşa Bakurê Kurdistanê dişopîne sipasiyên xwe pêşkêş kir û dosyayek teslîm kir.
Çalakvanan wiha gotin: “Heta artêşa Tirk û çeteyên AKP’ê ji Kurdistanê dernekevin em ê jî çalakiyên xwe bi ruhê serhildanê belav bikin.”
‘DEST JI HEDEFGIRTINA SIVÎLAN BERDE!’
Piştî Partiya Sosyalîst a Avûstûrya (SPO) ya desthilatdar e, ji Partiya Gel a Avûstûrya û Partiya Keskan a Avûstûrya peyamên şermezarkirina Tirkiyeyê hatin.
Serokê Koma Parlamentoyê ya Partiya Gel a Avûstûrya û Parlamenterê Parlamenterê Ewropa û Polîtîkayên Derve ya OVP’ê Dr. Reînhold Lopatka bang li dewleta Tirk kir ku dest ji hedefgirtina sivîlan berde.
Li ser navê Keskan jî Parlamenter Tanja Wîndbuchler, xwest Wezîrê Têkîliyên Derve yê Avûstûrya Kurz bikeve nav tevgerê. Wîndbuchler diyar kir ku divê Kurz bi Tirkan re demildest hevdîtinê pêk bîne.