Parlamenterên HDP'ê hewl didin xwe bigihînin taxa Cûdî
Parlamenterên HDP'ê Ferhat Encu, Leyla Bîrlîk û Tûba Hezer, ji bo birîndarên li taxa Cûdî û cenazeyê xwendekarê zanîngehê Cîhan Karaman rakin, hewl didin bikevin nava taxê.
ANF
ŞIRNEX
yekşem, 24 rêbendanê 2016, 10:12
Parlamenterên HDP'ê Ferhat Encu, Leyla Bîrlîk û Tûba Hezer, ketin nava navçeya Cizîrê, ku terora dewletê lê dewam dike.
Ji bo rakirina birîndaran û cenazeyê xwendekarê zanîngehê Cîhan Karaman, parlamenter û malbata Karaman berê xwe dan taxa Cûdî. Lê belê li ser Pira Cizîrê, hêzên dewleta Tirk pêşî li wan girtin.
HDP'yî ji bo biçin taxê, hevdîtinên xwe didomînin.