Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok diyar kir ku dîrok û pêvajo pêwîst dibîne û emir dike gelê kurd ji van derfetan baş îfade bike, yekbûna xwe û îradeya xwe ya neteweyî rêxistin bike û pêş bixe. Ok, diyar kir ku tu kes bila berjewendiyên malbatî, şexsî, partî, hizbî nexe pêşiya yekitiya neteweyî. Ok diyar kir ku hin partî xwe nadin ber yekitiya neteweyî û wiha got: “Li ser navê îradeya neteweyî yek rêxistin eger nebe ew ê hîç tu gav neyê avêtin. Destpêk îlehî çar û çar be, bila her kes hebe. Dil dixwaze wisa be, pêwîstî ev e. Lê rastiyek heye, KDP xwe nade ber yan jî hinek kes xwe nadin ber. Wê wextê yên dikarin bi hev re rûnên û vê meseleyê nîqaş bikin. Pêwîst e ew werin cem hevdû. Bangawazî ji bo hemûyan ev e. Pêwîstî ji bo hemûyan bê gotin. Yek û dudo nayên, bila neyên. Lê yên heyî were cem hev. Navê wê konferans, kongre, platforma neteweyî yan jî navekî din dibe. Lê pêwîst e di vê pêvajoyê de îradeya neteweyî mirov hîn baştir xurt bike û hereketên kurd li çar parçeyan werin cem hev.”
Ok, li ser tasfiyekirina Davutoglu destnîşan kir ku di encama têkoşîna gelê kurd û Tevgere Azadiyê de Davutoglu hatiye tasfiyekirin. Ok, destnîşan kir ku tasfiyebûna Erdogan jî ne dûr ê û ji ber sûcên Erdogan ên li hemberî gelê kurd ew ê çûna wî cuda be û muheqeq hesabê van komkujiyan bide. Ok, anî ziman ku pirsgirêka li Tirkiyeyê ne ji sîstemê ye, ji zihniyet û îdeolojiya Erdogan diqewime.
Ok, zilm û zordariya AKP’ê ya li ser gelê kurd û gelê Tirkiyeyê bi kuştina Tahîr Elçî li Kurdistanê pêl bi pêl êrîş zêde bûn û li Tirkiyeyê bi Can Dundar berdewam dike. Ok, diyar kir ku li hemberî van êrîşan û dîktatoriya Erdogan xwe parastin bilindkirina têkoşînê ye.
Ok, bilêv kir ku ji aliyê dewleta Tirkiyeyê û hikûmeta AKP’ê ve li Încîrlîkê hin komên çete têne perwerdekirin û bi vê yekê dixwazin li ser Rojava û Sûriyeyê hesabên xwe pêk bîne. Ok, da zanîn ku ji Ezazê heta Helebê vekirina korîdorekê daxwaza Tirkiyeyê ye, lê ji ber gelên li Sûriyeyê, gelê kurd û hêzên navneteweyî ev ne mimkûn e. Ok biryara ku Neteweyên Yekbûyî komkujiyên li Kurdistanê xistin rojeva xwe, esas komkujiyên Tirkiyeyê xist rojeva hemû dinyayê. Her wih der barê girtina deriyê Sêmalka de jî got ku KDP dixwaze gelê Rojava bi birçîbûnê terbiye bike, lê li hemberî KDP’ê nerazîbûna gelê kurd hem li Başûr hem jî li Rojava her diçe zêde dike.
Ok, li ser 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî ji wiha got: “Civakek eger li zimanê xwe xwedî derkeve, zimanê xwe biparêze û zimanê xwe rêxistin bike tu hêz nikare wê civakê tune bike. Civakek çiqas dewlemend dibe bila bibe, çiqas xwedî hêz be bila bibe lê çand û zimanê wê bê tunekirin ew civak dibe civakek cuda. Yanî winda dibe. Ji kesayeta xwe derdikeve û dûr dikeve. Ji bo vê ziman pir muhîm e.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok di bernameya ‘Rojeva Welat’ a Stêrk TV de der barê tasfiyekirina Davutoglu, di dema AKP’ê de mekanîka darbeyê çawa pêş dikeve, êrîşa li ser Can Dundar, êrîşên dewleta Tirkiyê li ser Rojava, biryara Neteweyên Yekbûyî ku komkujiyên li Kurdistanê xist rojeva xwe, serdana CPT ya li girava Îmraliyê, girtina deriyê Sêmalka, li ser Roja Zimanê Kurdî û gelek mijarên din de pirsên rojnameger M.Emîn YILDIRIM bersivand.
Li Tirkiyeyê pêşketinên balkêş diqewimin. Serokwezîr Davutoglu ji aliyê Erdogan ve hat tasfiyekirin. Ev pêvajoya tasfiyeyê çawa pêş ket? Ew ê ji niha û pêde çi bi xwe re bîne?
Tasfiye bêguman bi zihniyeta Erdogan û dîktatoriya wî ve girêdayî ye. Kesek li gorî aqil, zihniyet û dîktatoriya Erdogan hereket neke û weke tê gotin sedî sed bîat neke, Erdogan bi şêwazekî wan tasfiyek dike, tune dike. Di dîroka AKP’ê de pirr kes hatin tasfiyekirin. Herî dawî Bulent Arinç digot “êdî cih tune ez biaxivim, kes min dernaxe çapemeniyê, li hemberî min qedexe û zext heye”. Tê zanîn Abdullah Gul bi şewazekî bêdeng hat derve hiştin. Ev hemû hevalên Erdogan yên destpêkê bûn. Lê Erdogan kesayeta wî hinekî cuda ye. Esas weke kesayeta faşîst û dîktator derveyî xwe kesekî nabînin û naxwazin rol bilîzin û qebûl bikin. Ev kesayet û zihniyet yên ne li gorî format, aqil û di çembera wî de be ew ê tune bike, tasfiye bike. Davutoglu jî wisa bû. Davutoglu bi talîmata Erdogan bû serokwezîr. Bi şaşea hat. Lê 20 meh şûnde çawa hat wisa jî çû. Bi talîmata Erdogan hat, Erdogan got hûn ê bi her awayî bîat bikin. Esas di aliyê bîatbûna Erdogan de ez bawerim tu qisûra feqîrê Davutoglu jî tunebû. Bi her awayî bîat jî dikir û serê xwe jî ditewand û qebûl dikir jî. Dêmek tam sedî sed nebûye, di hin noqteyan de Davutoglu li gorî xwe fikiriye. Yan jî tam ew pêkneaniye. Qalibekî weke xwe dixwaze. Dîktatoriya Erdogan ne tenê li ser civakê, li ser rewşenbîr, gelê kurd, Tevgere Azadiyê heye. Di nava xwe de jî wisa ye. Em nizanin belkî di malbata xwe de jî wisa ye. Yanî kesayetekî dîktator, derveyî xwe qebûlnekirin, nasnekirin heye. Mirov nikare bêje mesela Davutogul yekî ji aliyê paradîgmasal, ji aliyê demokratîkbûna Tirkiye, tiştekî cuda difikire xwedî helwest û seknek wî hebû. Tiştekî wisa jî tunebû. Mesela komkujiya li ser Kurdistanê pêk tê, di hemû biryaran de îmzeya Davutoglu heye. Dengê xwe jî weke dengê Erdogan bilind dikir. Tunekirin, tasfiyekirin, li ser gelê kurd komkujiyê pêk tîne. Lê car car belkî mesele weke rewşenbîr hatin girtin, Davutoglu digot ew kes ne di zindanê de mirov dikare li mehkemeyê doza wan bibîne. Erdogan digot na lazim e di zindanê de be. Davutoglu te dît berê li dinyê digere hem weke akademisyen li welatê derve, li hemberî xelkê dinyê ewqas sûc û dîktatorî belkî weke Erdogan ne rehet bû. Ev nerehetiya xwe em bêjin weke siyaset zêde cesaret nedikir, diyar û aşkera bike li hemberî siyaseta Erdogan û AKP’ê bandora xwe pêş bixe. Tiştekî wisa jî tunebû. Di vir de noqteya muhîm çi ye? Noqetya muhîm kesayet û zihniyeta Erdogan e ku her tişt ew ê li gorî wî be, nebe tasfiye dike. Wisa jî kir.
AKP LI SER BERJEWENDIYÊN ŞEXSÎ LI CEM HEV IN
Ji vir şûnde çawa bibe? Tabî em AKP’ê dişopînin bêguman. Çima ku desthilatdar e û dijminantiya gelê kurd û mirovahiyê dike. Lê em dikarin vê bêjin tu desthilatdarî û dîktatorî tune ku bê sînor û herdaîm hebe. Niha AKP mirov mêze dike. Esas hemû li ser berjewendiyên şexsî û malbatî li cem hev dimînin. Tiştekî weke manewî, siyasî û Îdeolojîk kêm e, heta tune. Hemû weke şebeke, hatine cem hev, weke mirovên hevdû, weke şirîkê hevdû çawa di aliyê aborî hîn baştir berjewendiyên malbatê pêş bixin, çawa ew dewlemendiyê Kurdistanê û Tirkiyê talan bikin li ser navê dewlEtê. Diqîrin, dibêjin dewleta mezin, Tirkiya mezin û nizanim çi. Di bin vê axaftin û şovenîzmê de esas hebûna AKP weke xercekî hevdû digirt, wisa dixwestin xwe li ser piyan bihêlin. Ev jî her yek li gorî sekna xwe, di aliyê aboriyê de xwedî menfaet be. Ew menfaet ew li cem hev digire. Mirov mêze dike mesele li hemberî Erdogan ew bêdengî çima ewqas zêde ye. Kes nikare dengê xwe bilind bike, tiştekî bêje. Dema yek tiştekî dibêje Erdogan talîmat dide. Yan jî li çavê wî mêze dike hemû disekine. Diyar e ku evana jî sûcê wan heye. Sûce hev dizanin. Çima ku Erdogan li ser her kesî ye, hîn baş dizane. Ji ber vê ditirsin. Cesaret nakin biaxivin.
DI AKP’Ê DE KEVIR JI ŞÛNA XWE LEQIYA
Ji vir şûnde AKP ber bi ku de biçe? AKP ne li ser îdealiya Tirkiye bi ku de biçe, çawa pêş bikeve, demokratîk bibe, yan jî li ser qeder û mafên civaka tirk tiştekî bike. Hemû ser berjewendî ji vir şûnde xwe çawa îdare bike, çawa baş dewlemend bibe. Tiştekî vêya zêde tune. Hesabê madiyet û pereyan berjewendiyên malbatî û şexsî hertim bingehê wê sist e, hertim dibe ku bên hemberî hev. Di AKP’ê de kevir ji şûna xwe leqiya. Ji vir şûnde weke berê xwe nîzam kirin ew ê zehmet e. Yek jî kesayeta Erdogan kes jê hez nake. Bertek nîşan dide û AKP ketiye wî halî. Ji dinyê tecrîd dibe, li Kurdistanê û Tirkiyê jî bi hikmê desthilatdariyê, zorê, pere û madiyat rastiyek wan heye ku li ser piyan e. Lê binve binve civak jê hez nake. Elewî jê hez nakin, kurd jê hez nakin, kedkar jê hez nakin, di jin û ciwanan de bertek pêş dikevin. Herî kêm ji berê pirtir û zêdetir bertek heye li hemberî dîktatoriya Erdogan û faşîzmê. Yek jî di nava xwe de nakokî û berjewendiyên şexsî hene. Tasfiyekirin û hevdû qebûlnekirin heye. Ez dibêjim ew ê zêde pêş neçe.
HEBÛNA TÊKOŞÎNA GELÊ KURD AKP’Ê DIXITIMÎNE
Bêguman tiştê ji nava AKP’ê tê jiyîn mirov ji têkoşîna gelê kurd û hebûna Tevgera Azadiyê derveyî wê bigire dest şaş e, ne rast e. Eger hesabê û Erdogan li ser gelê me û têkoşîna me bigirta, rast derketa. Weke di hundirê mehek û du mehan hereketa me tasfiye bikira. Ew berxwedan bişkanda herhalde ew ê di nava wan de tu pirsgirêk nebûya. Paşa paşa dîsa ew ê dîktatoriya xwe bê pirsgirêk dewam bikira. Lê nerazîbûn heye, gelê kurd li ser piyan e, berxwedanek heye. Bandora vê siyasî, psîkolojîk û aborî heye. Heta siyaseta navneteweyî û dîplomatîk heye. Ev tabî dixetimîne siyaseta AKP’ê ya desthilatdariyê. Esas encam bi têkoşîna me ve girêdayî ye. Ji bo vê me pir caran aniya ziman. Di dîroka têkoşîna me û şoreşa Kurdistanê de çend serokwezîr, serokfermandar, serokomar hatin û çûn. Di nava AKP’ê de jî yek û yek tên û diçin. Davutoglu jî ji van yek e. Ji Erdogan re bîat kir û çû.
ERDOGAN HETA QIRIKA XWE KETIYA NAVA XWÎNA GELÊ KURD
Lê roj ew ê hebe Erdogan jî biçe. Li gorî min ne dûr e jî. Erdogan bi vê dîktatoriya xwe, zihniyeta xwe desthilatdariyê nikare ji bin van pirsgirêkan rabe. Heta niha li ber xwe dide, bi hikmê desthilatdariyê li ser piyan e. Weke me anî ziman Davutoglu bîat kir û li şûna xwe rûnişt, lê çûna Erdogan ew ê ne wisa be. Erdogan sûcên wî pir in. Heta qirika xwe ketiye nava xwîna gelê kurd, sûc kiriye, biryarên komkujiyê dane. Qetlîam çêkiriye, koçberî pêş xistiye. Zilm li ser gelê kurd û Tirkiye pêş xistiye. Di vê siyasetê de jî israr dike. Hin jî li Kurdistanê komkujî heye, hin jî li ser Elewiyan zext heye. Hin jî li ser rewşenbîr, çapemenî, rojnameger û gelê Tirkiyeyê zext heye. Ev dosyayên sûcên Erdogan tabî pir giran dike û çûna Erdogan ya li dada navneteweyî û neteweyî, ew ê gelê kurd û mirovahî muheqeq hesabê vê ji Erdogan bipirse. Pêşveçûna AKP’ê mirov hinekî dikare wisa bêje.
BI DAMARA ŞOVENÎZMÊ HER TIM DARBEYÊ ZINDÎ DIHÊLIN
Di dema tasfiyeya Davutoglu de li Tirkiy behsa darbeya siyasî tê kirin. Ev demek e li şûna darbeyên leşkerî, darbeyên siyasî di rojeva Tirkiyê de ye cih girtiye. Di dema AKP’ê de di ev mekanîka darbeyê de guhertinek çawa çêbû û ber bi ku ve diçe ev darbe?
Dîroka dewleta Tirkiyê mirov mêze dike, esas li ser zihniyeta darbeyê ya esker hatiye amadekirin. Eskeran komar ava kir. Heta partiya demokrat derket, desthilatdar tenê CHP bû. Tu pêwîstî rastûrast bi darbeyê tunebû çima ku jixwe esker û artêş ev partî ava kir, yek dest û desthilatdarî bû. Piştre mirov mêze dike. Navbera her deh salan carekê, li Tirkiyeyê darbeyek pêş ketiye. 1960, 1970, 1980 û dîsa 28’ê Sibatê û wisa hertim dewam kir. Esas ê Erdogan jî hinek wisa bû. Erdogan û AKP’ê destpêk di nava xwe de çawa kir. Li ser mexdûriyet û postmodern darbeya 28’ê Sibatê mexdûriyet ji xwe re çêkir. Li ser civaka Tirkiyeyê û xwedî bawer bandorekê bike. Ev baş bi kar anî. Lê rastiya Erdogan û AKP esas ne ew bû. Li ser doz û têkoşîna gelê kurd artêşa Tirkiye û desthilatdariya AKP’ê li hev kirin. Mesele hin jî veşartiye ew hevdîtina Erdogan û Buyukanit li Dolmabahçeyê. Digotin heta mirinê vê razê veşêrin û eşkere nakin. Hîn jî eşkere nebûye. Mesele ew çi bû ? Lê tê zanîn li ser mesele kurd li dijî tevgera me artêş û AKP’ê çawa li hev bikin. Esas mijar ev e. Piştre mirov mêzê dike ev darbe yanî helwest hebûn, mesele weke Fethullah Gulen û li hemberî Erdogan. Di nava xwe de esas alternatîfên hevdû bûn. Erdogan û Fethullah Gulen weke sûretê madalyonekê ne. Esas çima wexta berjewendiyên wan hev negirt û bûn alternatîfên hevdû nakokî ket nava wan. Wê wextê li ser Erdogan hin hesab hebûn. Ji wê saetê şûnde Erdogan teslîmî Ergenekon û artêşê bû. Ji vir şûnde darbe jî di nava xwe de pêk hat. Pêwîst nebû êdî weke eskerî darbe çêbibe, tiştekî din. Jixwe zemînê vê bi her awayî hebû. Mesele em li Kurdistanê mêze dikin. Ne weke rêveberiya awarte û rewşa awarte ji wê hîn zêdetir ma bajar û bajarokên kurdan ewqas tune nebûn, wêran nebûn, xerab nebûn. Tu caran tang, top û teyare li bajarê kurdan nexistin. Weke bi sedan kes bi topan, bi şewitandinê jiyana xwe winda nekirin û şehîd neketin. Ev hemû di bin desthilatdariya AKP’ê û Erdogan de dibe. Yanî çi rêveberiya awarte, çi rewşa awarte çi darbe ji wan zêdetir û pirtir jixwe li Kurdistanê ev pêk tê. Li aliyê Tirkiyeyê bi giştî mirov mêze dike. Yek dengê xwe bilind dike hema li hemberî wî ya polîs, ya dad ya burokrasî tiştek heye. Di nava xwe de jî. yanî darbeyek wisa heye ku sivîl hem jî tişt balkêş yan jî paradoks li ser navên cuda cuda Tirkiye dixwaze hemle bike, pêş bixe. Lê damara faşîst û şovenîst hertim zindî hiştin, esas darbe wisa pêş dikeve li Tirkiyeyê. Niha argumanên MHP ên herî hişk û faşîst û yên AKP’ê mirov dide hemberî hev MHP li paş maye. Hemû argumanên MHP’ê Erdogan û AKP hîn xurtir pêk tîne. MHP ji bo vê tu sedem hebûna wê nemaye. Çima hemû weke îdeolojîk, polîtîk bi her awayî AKP pirtir û zêdetir jixwe pêk tîne. Ji bo vê tu ew ê darbeyê ji hebûna Erdogan û zihniyeta Erdogan û desthilatdariya AKP’ê de jixwe karê xwe pêk tîne.
PIRSGIRÊK ZIHNIYET Û ÎDEOLOJIYA ERDOGAN E
Di tasfiyeya Davutoglu de Erdogan û rayedarên AKP’ê vê bi pirsgirêka sîstemê ve girêdidin. Di rastiya xwe de li Tirkiyeyê pirsgirêkek sîstemê heye yan na?
Dibe ku hebe jî, mirov her tiştî wisa çar û çar, sedî sed bide aliyekî tabî ku ne rast e. Lê rastiyek din heye pirsgirêk ne ya sîstemê ye. Pirsgirêk demokratîkbûna Tirkiye, çareseriya meseleya kurd, azadiya gelê kurd, demokratîkbûna Tirkiye, mafê elewî yan jî Tirkiye bi giştî weke demokratîkbûn e. Bi sîstema heyî jî ev dibû. Mesele parlamento heye, ne demokratîk e, demokratîk bibe. Destûra bingehîn û qanûnên wan bê guhertin. Eger mafê gelê kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê bê qebûlkirin. Yanî ev belkî weke zordayîn hinek tişt bi sîstemê ve girêdayî be. Lê esas bi zihniyetê girêdayî ye. Sîstem her çi be, eger zihniyet cuda be. Ev zihniyet ew ê xwe pêk bîne. Erdogan wisa ye. Mesele mirov li gorî sîstemê mêze bike. Îro li Tirkiyê di Destûra Bingehîn de cih tune, lê Erdogan weke serokê dewletê hereket dike. Lê di qanûnan de tiştekî wisa hîn tune. Qaşo rejîma parlamenteriyê heye. Lê mesele Erdogan serokwezîr ji parlementoyê dide aliyekî weke yek dest ji jor de tenê bi rêve dibe. Dêmek zihniyet demokratîk be, dikare ji aliyê demokratîk parlamento bi kar bîne, karibe hin tiştan çareser bike. Pirsgirêk ji sîstemê zêdetir di zihniyet û îdeolojiya Erdogan de ye. Mesele Erdogan pir rehet biryarê komkujiyê dide, pir rehet dibêje tangan û topan berê wan bidin bajêr û wî bajarî tune bikin. Pir rehet dibêje jin be jî, zarok be jî her kî be jî ew ê cezayê xwe bigire û tune bikin. Ev bi çi zihniyetê girêdayî ye? Mesele tu zihniyetên faşîst jî wisa bi eşkere nanivîsînin. Edebek wê jî heye. Lê Erdogna pir rehet vê dibêje. Demek pirsgirêk ne sîstem e. Ji sîstemê pirtir weke desthilatdariya AKP’ê û zihniyeta wan faşîst di vir de peyda dibe. Tabî mesela sîstem avakirin bi îradeya civakê, gelê kurd, gelê Tirkiyê, rewşenbîr, şoreşger, jin, elewî bi îradeya wan em bêjin qanûn derkevin, Destûra Bingehîn çêbibe. Li gorî wê sîstem ava bibe. Ya pêwîst jî ev e, ya demokratîk jî ev e. Lê sîstema heyî eger zihniyet demokratîk be dikare mesele pir tiştan ber bi çareseriyê bibe.
BI KUŞTINA TAHÎR ELÇÎ RE PÊL BI PÊL ÊRÎŞÊN FAŞÎZAN ZÊDE BÛN
Rojnameger Can Dundar li ber deriyê Adliyeyê rastî êrîşa çekdarî hat. Bi êrîşa li ser rojnameger Can Dundar dixwazin çi peyamê bidin raya giştî ya Tirkiyeyê?
Peyam diyar e. Erdogan dîsa israr kir, înad kir Can Dundar û wan werin cezakirin û girtin. Dozger û dad talîmat ji daxwazên Erdogan girtin. Heqeten Can Dundar û wan dan mehkemê û demekê li zindanê man. Talîmat ji wir hat. Ev nîşaneya çi ye? Mesele eger kî sîstem, kesayet û dîktatoriya Erdogan şîrove bike, li hemberî wî xwedî helwest be. Ew ê bê cezakirin, gihîştiye vê astê faşîzm û dîktatoriya Erdogan. Beriya vê parêzerê Baroya Amedê Tahîr Elçî hat şehîdkirin. Tê bîra me di heman rojê de wezareta edaleta Tirkiyê û Davutoglu jî bawerim digotin ew ê neyê veşartin, di hundirê çend rojan, di demekê kurt de faîlên wê bêne eşkerekirin. Wisa gotin. Lê çend roj berê gotin ne mimkûn e ji vir şûnde faîlên Tahîr Elçî ew ê dernekeve holê. Delîl hatine windakirin. Nîşane esas ji Tahîr Elçî dest pê kir. Li Kurdistanê li navenda Amedê kesekî weke Tahîr Elçî ku weke xwedî sekneke însanî, rewşenbîr, kurd israr bike, ew ê rejîma Tirkiyeyê vê weke helwestekê bigire dest tune û tasfiye bike. Wisa dest pê kir esas. Ji Tahîr Elçî dest pê kir, ev muhîm e. Bala xwe bidinê ji şehadeta Tahîr Elçî şûnde pêl bi pêl êrîşên faşîzan hîn zêde pêş ket. Li milê Tirkiyeyê mêze bike yê Can Duhdar jî wisa ye.
PARASTINA LI DIJÎ ERDOGAN BILINDKIRINA TÊKOŞÎNÊ YE
Tê bîra min Serokatî çend caran hîn beriya hevdîtin hebû digot; eger meseleya kurd û Tirkiyeyê ber bi çareseriyê ve neçe HDP bila tedbîrên xwe bigirin, hin kesayet tedbîrên xwe bigirin. Ev rejîm komkujî jî pêk bîne, kesayeta şehîd bike û birevîne. Ne weke salên 90’Î ji wê qat bi qat zêdetir bikin. Wisa jî bû. Ji Tahîr Elçî dest pê kir, bi Can Dundar dewam dike. Çend rewşenbîr û siyasetmedarên ku weke welatîtiya du alî, ji derve ne lê li Tirkiyeyê dijîn 20 sal in an jî 2 sal in. Hema ew derveyî welat kirin, dengê wan qut kir. Ew jî mesajek bû. Di hin kesayetan de jî hinek encam girtin. Lê weke rewşenbîr, rojnamevan, akademîsyên ên xwedî sekn û kesayet hene tabî. Mesele Can Dundar jî got her çi dikin bila bikin, ez di sekna xwe de guhertinê nakİm. Yanî îradeya min heye û wisa dewam bikim. Ew jî heye. Ev êrîş û zexta faşîzan li hemberî xwe tabî kesayetên rewşenbîr û xwedî sekn jî ew ê wan jî derxe. Diyalektîka vê ev e. Ji vir şûnde li Tirkiyeyê ewlekariya kesekî tune. Yên saziyan û kesayetan jî tune. Parastin çi ye? Bilindkirina têkoşînê ye. Tu sazî û kesayet tenê xwe biparêzin, ne mimkûn e li hemberî faşîzma Tirkiye, Erdogan û AKP’ê. Encax hemû hevdû bigirin, hemû têkoşîn bikin doza xwe hîn bilind bikin. Di parastin û têkoşînê de encamgirtin ew ê hebe. Derveyî vê parastin ne mimkûn e. Diyar e weke dibêjin ‘xwîn ketiye çavên wan’ û ew ê bikin jî. Li gorî wan mubah e jî, musteheq e jî. Erdogan wisa difikire. Kesên ne wekî wî û wekî wî nafikire her ceza heq kiriye. Girtin, kuştin her çi be. Ji aliyê aborî tasfiyekirin be. Mesele diçe ser sermeyadarên Tirkiyeyê jî. Zextê li ser çapemeniyê dike. Yên rewşenbîr dike. Ji bo tedbîrgirtin, ewlehiya xwe girtin çi ye? Madem li Tirkiyê desthilatdariyek heye û navê wê faşîzm e. Li hemberî vê faşîzmê yên zirar dibînin mirovahî, yên azadîxwaz hemû vê têkoşînê bilind bikin. Weke eniyeke demokratîk li dijî faşîzmê bi hev re hereket bikin.
AKP LI ÎNCÎRLÎKÊ ÇETEYAN LI DIJÎ ROJAVA PERWERDE DIKE
Her roj roketên DAIŞ’ê tên li Kîlîsê dikevin. Heta niha 21 welatî jiyana xwe ji dest dane û gelek birîndar bûne. Lê li aliyê din ji aliyê Rojava guleyek jî ji bo sînorê Tirkiyeyê nehatiye avêtin. Lê li çapemeniya nêzî hikûmetê em mêze dikin, dibêje ji niha pêde qûralê angajmanê li hemberî PYD û YPG’ê jî ew ê bi kar bînin. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin, dema mirov bide hemberî hev?
Eger mijar kurd, Kurdistan be taybet şoreşa Rojava PYD, YPG, YPJ be, xweseriya Kurdistanê be, Federasyona Bakurê Sûriyeyê be angajman filan ne muhîm e. Dewleta Tirkiyê çi ji destê wan were ew ê pêk bîne. Ji xwe kiriye jî. Angajman çi ye? Ji destpêkê heta niha ji Kobanê virde dewleta Tirkiyeyê, AKP li hemberî Rojava ma ne di nava şer û têkoşînekê de bû. DAÎŞ, El Nûsra mirov ma dikare ji vê cuda bigire dest? Îro jî agahî tên, em dibihîzin 11 grûbên herî biçûk bin, hêza wan çi be jî navê wan heye. Çend kes in, lê navekî wan heye. Taybet bi AKP’ê girêdayî tê gotin li Încîrlîkê perwerdeyê dibînin. Li wê derê digihîjin hin biryaran heta sond dixwin em ê li dijî federasyona Bakurê Sûriyê şer bikin. Li dijî yekbûna kantonan weke Efrîn û Kobanê, li dijî kurdan ew ê şer bikin. Jixwe ji bo vê ji angajmanan pirtir dewleta Tirkiyê û AKP’ê li hemberî Rojava di nava şerekî de ye. Rast e, YPG û YPJ li hemberî gel û civaka Tirkiyeyê tu dijminantî nekiriye. Dijminantiya civaka Tirkiyê jî nake şoreşa Rojava. Tenê yê ku dijminantiyê dike desthilatdariya AKP’ê û Erdogan e. Li şûna xwe bisekine tu dijminantî tune. Gelê kurd li Rojava, gelê Tirkiyê jî tu dijminantiya wan tune, çi zirara wan heye. Di vî milî de Kîlîs di bin topbaranê de ye, 21 kes jiyana xwe ji dest daye, bajar xerab bibe. Di vî milî de Rojava bi van civakan re ne dijmin e. Yê ku dixwazin dijminantî bikin Erdogan û AKP ye. Angajman jixwe pêk tîne. Li gorî em dizanin eger li ser navê angajmanê êrîşî Rojava bike. Siyaset û hêzên navneteweyî heye, mafê gelê kurd û gelê Rojava heye. Gelê kurd jî em bawer in li Rojava jî, Bakur jî li hemberî êrîşên dewleta Tirkiyeyê, AKP’ê ew ê li ber xwe bidin. Rojava êdî weke Rojava mirov negire dest. Rojava çar parçeyên Kurdistanê ye. Yanî çar parçeyên Kurdistanê gel li Rojava xwedî derkeve. Ev êrîş her çar parçeyên Kurdistanê weke ser xwe pêk hatiye ew ê bigire dest. Eger şaşîstiyek wisa hebe, tabî ji bo civaka Tirkiyê jî ew ê ne baş be.
TIRKIYE DIXWAZE KORÎDOREKÊ JI XWE RE VEKE LÊ ZEHMET E
Girêdayî qûralên angajmanê dewleta Tirkiyeyê bi ew grûbên ku piştgiriya wan dike dixwaze korîdorekê ji Ezazê heta Helebê veke. Dema mirov dengeyên li Sûriyeyê dinêre pêkhatina vê mimkûn e?
Bêguman zehmet e, ne hêsan e. Li ser Sûriyê hinek hêz hene. Rastiyek Rûsya, Koalîsyona Navneteweyî heye. Tabî hêza şoreşa Rojava heye. DAÎŞ, El Nûsra û yên din weke konjekturel demî ne. Lê yê esasî ew hêz in. Niha dewleta Tirkiye bi kîjan hiqûqê mudaxeleya Sûriyê bike yan jî ji xwe re korîdorê veke. Di qanûnên navneteweyî de mafê dewleta Tirkiyê wisa tune. Ev dê bibe sedema şer jî. Tu axa welatekî dagir bikî û ji xwe re korîdor veke. Herhalde hinek kes jî bêjin xêrê çi karê te li vir heye. Ne hêsan e bêguman. Lê hewesa wan heye. Heta helwesta wan heye. Hewl didin li milê Cerablûs di wextê de DAÎŞ ji wir derkeve, Tirkiye wê derê dagire. Yan jî şerîdek zirav be jî dewleta Tirkiye hinekî hêza xwe pêşde bîne. Yan jî bikaribe çend kîlometre top bavêje, êrîş bike. Eger li milê Ezazê tam bikaribe xwe bi rêxistin bike, yanî li gorî em dixwînin û dibihîzin ew komên xwe xurt bike û ji xwe re korîdorekê veke. Hesabên wan wisa heye. Tabî ew hesab ne hêsan e. Çima ku civaka Ereb heye. Civaka Ereb jî xwedî rûmet e. Civaka Ereb mirov weke DAÎŞ, El Nûsra nikare bigire dest. Li hemberî neheqiyê berxwedan û neqebûlkirinek di civaka Ereb de heye. Tirkmen hene, qebûl nakin. Dewleta Tirkiye dibêje mafê Tirkmenan derewan dikin. Li milê Minbic, Girê Spî di çapemeniyê de derdikeve ji dewleta Tirkiyeyê ne razî ne. Piraniya wan di Meclisa Sûriyê ya Demokratîk de cih girtine. Di QSD’ê de cih girtine. Li hemberî dewleta Tirkiyê xwedî helwest in. Ew ne razî ne. Tabî gelê Kurd hîç ne razî ye. Ew hesabên wan weke dagirker, zihniyeta împaratoriyê hertim heye. Jixwe Erdogan xwe weke xelîfeyê dawîn dibîne. Lê hêzên navneteweyî hene, hêzên Sûriyeyê bi xwe ne, hêzên gelê kurd hene, qanûn hene, mirovahî heye. Ew ê ne hêsan be. Mirov dikare çi bêje? Tirkiye siyaseta xwe hertim li ser aloziyê ava dike. Çawa ku ku aloziyekê derxe û çêbike ku ji wê derê ji xwe re nefesekê bigire. Helwest û hewldanên wan hertim bi vî awayî hene.
CPT BI BERXWADANA GELÊ KURD ÇÛ ÎMRALIYÊ
Tecrîdeke giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin. Zêdetirî salekê ye tu kes çûna wan a Îmraliyê tunebû. Hefteyek berê heyeta CPT serdana Îmraliyê kir. Der barê vê serdanê de hîn tu daxuyanî nehatiye dayîn. Hûn tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd û vê serdanê çawa dinirxînin?
Tecrîda li ser Rêber Apo nayê qebûlkirin. Ew bi xwe ji serî heta binî sedema şer e, sedema berxwedana gelê kurd e, dijminantiya gelê kurd û heta mirovahiyê ye. Ber bi salek û nîv diçe ku tecrîdek giran li ser Rêber Apo heye û kes nizane li wir çi tê jiyîn. Ne malbat, ne parêzer, ne hereketa me. Em nizanin çi diqewime. Jixwe yek sedem ne ew e ku gelê me rabe ser piyan. Bi vê wesîleyê mirov vê jî bêje. Ji bo azadiya Rêber Apo nêzî 12 milyon îmze hatin komkirin. Ev îmze piranî li Kurdistanê û navneteweyî hatin komkirin. 12 milyon îradeyek e. Yanî 12 milyon însan ji bo kesekî weke Rêber Apo eger hezkirina xwe diyar dikin, hez dikin û pêşniyar dikin Rêber Apo azad be, esas tenê ji bo vê îradeyê divê rêz bê diyarkirin. Neteweyên Yekbûyî, dewleta Tirkiyeyê û her kes. Lê tiştekî wisa tune. Faşîzm heye. CPT bi dilê xwe neçû. Gelê me li Ewropa jî rabûn ser piyan. Bi şev û roj di nava çalakiyan de bûn, bertekên xwe nîşan didan û mafdar bûn. Rêberê me di zextê de ye, em nizanin rewş çi ye. CPT çû Serokatî ziyaret kir, di çapemeniyê de wisa derket. Lê gorî em dizanin di prosedurên CPT’ê de eger dewleta Tirkiyeyê qebûl neke eşkere nake. Eger dewleta Tirkiyeyê qebûl bike, raporên xwe diyar dike. Baş e, dewleta Tirkiyê çima qebûl nake? Sûc kiriye, rûreş e ji bo vê qebûl nake. Ji bo vê eşkere nake. Ji ber vê di rapora CPT de em nizanin çi heye, çi tune. Lê weke parêzerê Rêber Apo buroya Stenbolê di ser çapemeniyê re me hinekî guhdar kir. Tabî li ser hinek tiştan sekinî ye. Weke hin mafên jiyanê, têkiliyên bi malbat û parêzer, tiştên cuda cuda yên jiyanî. Dêmek zext û giraniyek heye, rewş hatiye guhertin. Rapor wisa heye. Ev rapor esas têrê nake. Eger heqeten mirovahî hebe, ji îradeya mirovahiyê û civakê re rêzgirtin hebe CPT jî dikare bêje 12 milyon însan dixwaze Rêber Apo azad be. Ev îradeyek e û vana bixe rojevê. Li ser van baştir bikaribe bisekine. Lê weke mafên mirovan, jiyanî rojevkirin, herî kêm zexta li ser Rêber Apo rakirin ev jî baş e. Car car wisa ziyaret bikin. Lê encam em tam nizanin.
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ KOMKUJIYA TIRKIYÊ XIST ROJEVÊ
Neteweyên Yekbûyî herî dawîn daxuyaniyek da. Di serî de raporên komkujiya Cizîrê û yên li Kurdistanê gihîştine destê wan. Heta di wan komkujiyan de li Cizîrê sed kes bi awayekî hatine dorpêçkirin û ji aliyê leşkerên Tirk ve hatine şewitandin. Neteweyên Yekbûyî dixwaze komkujiyan lêkolîn bike. Ev yek ew ê bi xwe re komkujiyên li Kurdistanê derxîne, ew ê bibe gavek destpêkê?
Destpêkê vê bêjim, dewleta Tirkiye, AKP û Erdogan di vê noqteyê de jî siyasetek pir qirêj meşand. Ew koçberiya Ewropayê dubare tîne ziman, çima ku rastiyek e. Pêşiya wê bisekinîne û giraniya li ser Ewropayê sivik bike. Ewropa û dinya li ser komkujiya li Kurdistanê weke Cizîr, Sûr û Botanê giştî bêdeng ma. Heta niha bêdengiyek mezin hebû. Yek caran em wisa dibêjin di keştiyekê de 200 pez bifetise yan jî bê kuştin. Ew ê hinek kes bêjin mafên heywanan jî, çima ew kuştin çêbû. Balkêş e tabî. Li Kurdistan bajar xerab kirin, serobino hev kirin, bi erdê dûz kirin. Bi sedan însan şewitandin. Weke Hîtler çawa cihû diavêt firinan û ew dikuştin. Esas wisa kirin. Tenê mirovahiyê çavên xwe girtiye ji van tiştan re, çi siyaseta navneteweyî yan jî saziyên eleqedar. Qîrîn, hawar û berxwedana gelê me ma ne ji bo vê ye. Li kêleka wan zarokên wan, jinên wan, mirovên wan ji sê rojî bigire heta 80 salî tên şehîdkirin û kuştin. Bêdengiyek hebû. Tabî dewleta Tirkiyê bi endamtiya xwe ya NATO, siyaseta xwe ya li ser Rojava û koçberiyê pir bêexlaq û qirêj li ser gelê kurd pêkanî. Lê heta derekê. Di encamê de herhalde mirovahî nemir. Ji wê pirtir gelê kurd li ser piyan e. Eger gelê kurd û hereketa me têkoşîn neda, tu kes û sazî nedigot ka li vir çi tê jiyîn û nedipirsîn. Rastî ev e. Lê têkoşînek bênavber û bêhempa heye. Bi her awayî heye. Neteweyên Yekbûyî ev kir rojeva xwe û pir muhîm e. Got em dizanin û em dibihîzin tenê li Cizîrê sed kes hatine şewitandin û jiyana xwe winda kirine û cuda cuda îşkence û lêdan. Ev ji bo dewleta Tirkiyê îmaja wan yê komkujiyê esas xist rojeva hemû cîhanê. Ev muhîm bû. Dixwaze lêkolîn bike. Lê dewleta Tirkiyê asteng dike, naxwaze. Ew jî esas sûcê xwe qebûlkirin e. Eger ji xwe bawer be, ne sûcdar be û komkujî nekiribe ew ê bêjin kerem bike lêkolînê bikin. Lê ji xwe ditirse. Qebûlnekirina lêkolîna Neteweyên Yekbûyî jî esas qebûlkirina komkujiyê ye. Îtirafa wê ye. Bi giştî weke encama berxwedana gelê kurd û vê têkoşînê mirov bigire dest. Ji vir şûnde deriyê navneteweyî hinek vebû tabî. Mirov hîn jî vê komkujiyê bixe rojeva mirovahiyê. Hem navneteweyî hem jî li Kurdistanê û Tirkiyê hesabê vê komkujiya qirêj û giran muheqeq ji Erdogan û AKP’ê bê xwestin.
KDP BI BIRÇÎBÛNÊ DIXWAZE CIVAKA ROJAVA TERBIYE BIKE
Demeke dirêj e deriyê Sêmalka ji aliyê KDP’ê ve li ser Rojava hatiye girtin. Li hemberî vê li Başûr hem ji aliyê gel hem ji aliyê rewşenbîran hem ji aliyê partiyên siyasî û herî dawî wezîrê çandiniyê vê ambargoyê rexne dikin û dixwazin deriyê Sêmalka vebe. Hûn van nêrazîbûnên li Başûr ji bo vekirina deriyê Sêmalka hûn çawa dibînin?
Di çapemeniyê kurdan, Başûr, taybet Rojava car caran nûçe û dîmen derdikevin. Tê zanîn girtina deriyê Sêmalka ez bawer im roja 17’ê adarê pêk hat. Di wan rojan li Rojavayê Kurdistanê civînek bawerim pêk hatibû. Ji bo çareserkirina meseleya Sûriyê modela federasyona bakurê Sûriyeyê hatibû nîqaşkirin. Wexta ev biryar hat dayîn dewleta Tirkiyê deriyê Murşîtpinar bi giştî girt. Di heman rojê de deriyê Sêmalka ji aliyê KDP’ê ve hat girtin. Ev mesajek e, nîşaneyek e. Gelê kurd vê dizane û dibîne. Di eynî rojê de deriyê Tirkiyê û Sêmalka hat girtin. Mirov nikare bêje ku AKP’ê û KDP’ê bi hev re nîqaş nekirine û tesaduf wisa bû. Ev ne rast e, siyasetek e. Xizmeta çi dike, aqil çi ye? Eger bênefes bihêlin, deriyan bigirin civaka Rojava û xweseriya demokratîk, xebatên wan ên li Sûriyeyê bêçare bimînin. Mecbûr bibin, ji aliyê siyasî tawîz bidin KDP’ê. Bêjin ka derî vekin, em hinek tiştên we qebûl bikin. Weke zextekê li ser siyasetê dixwaze bi kar bînin. Baş e, çi tê jiyîn? Gelê kurd, ereb, suryan, asurî, tirkmen li Rojava û Bakur dijîn. Di girtina van deriyan de mexdûr dibin. Ticaret nabe, pêwîstiyên wan hene. Kes nikare bibe bersiv. Ev civak ceza kirine. Ev berjewendiyên şexsî, partî heta malbatî ewqas ketiye pêş ji bo xatirê vê berjewendiyê hemû civaka kurd, ereb, tirkmen tê cezakirin. Çima ku tawîz nayê dayîn. Çend roj beriya vê di çapemeniyê de min guhdar kir. Li Rojava hinek jin û zilam, xort û ciwan diaxivîn. Digotin em rojane û mehane şekir naxwin, çay venaxwin û rojane em ê li ber xwe bidin. Tu kes bi birçîbûnê ew ê nikaribe me terbiye bike. Ev siyaset ne xêr û berjewendiyên KDP’ê ye jî. Her roj bertekek hîn xurt û mezin li dijî KDP’ê li Rojava pêş dikeve. Siyaseta wan jixwe ji serî heta binî şaş e. Li gorî berjewendiyên partî û malbatî ye. Rast be jî tenê ji bo girtina deriyê Sêmalka bertekek pir mezin heye li hemberî KDP’ê. Ne tenê Rojava jî. li Başûr jî heye. Rewşenbîr, partî, saziyên sivîl, kesayet û pir kes civaka me ya başûrê Kurdistanê jî li hemberî girtina deriyê Sêmalka xwedî helwest e û şermezar dike KDP’ê. Mafdar e. Pêwîst e vê helwesta xwe li dijî KDP’ê bilind bike. Gelê kurd yek e. Êrîşa li ser parçeyekî Kurdistanê tenê li ser hemû Kurdistanê ye. Dîroka rojavayê Kurdistanê cara yekem derfetek dîrokî derket holê. Gelê me jî ew baş bi kar anî. Rojava şoreş pêş xist. Ne tenê gelê kurd, gelê ereb, tirkmen, asurî, suryanî hemû bi hev re weke bira îdareya xwe rêxistin dikin û dijîn. Pêwîst e, nefesa wan neyê qutkirin. Jixwe dijmin vê bêqisûr bi her awayî dike. Çima KDP li ser navê kurdîtiyê vê yekê dike. Tu derî veke, bila milet ticareta xwe bike. Kar dike, zirar dike bila derî vekirîbe. Tu siyaseta xwe dîsa bimeşîne. Dîsa xwe rêxistin bike, rexne bike, têkoşîna xwe di aliyê siyasî de bide. Lê bi derî, hikmê pere û maddiyatê ez ê te terbiye bikim. Yanî weke çokdanîn. Ev neheqiyek e, ne exlaqî ye. Civaka me jî hem Başûr hem Rojava xwedî helwest e, li ber xwe dide. Lê bangawaziya me çi ye? Neheqî di aliyê kê de be, li ser doz û têkoşîna gelê kurd her kes berê xwe bida wan û li ser wan zextekê çêbike. Îro ji aliyê KDP’ê tê, derî hatiye girtin. Bila KDP cesaret neke ku bikaribe derî bigire. Ji helwesta gelê kurd bitirse, gelê kurd zextekê li ser wan bike. Ez pîroz dikim ew rewşenbîr, akademîsyen, gelê me yê Başur, partî û rojnamevan. Tiştekî mirovahî û tiştekî neteweyî ye. Li ser civaka me dixwazin nefesê qut bikin, lê ew jî xwedî helwest in. Tiştekî pîroz e, lazim e ev hîn jî bilind bibe.
REWŞA ÎRO YEKITIYA NETEWEYÎ LI SER KURDAN FERZ DIKE
Li ser yekitiya neteweyî em careke din jî sekinîbûn. Lê ji ber girîngiya wê ez dixwazim em careke din bisekinin. Îro li Bakur berxwedaneke mezin heye, li Rojava gelê kurd ji bo statuya xwe bide qebûlkirin têkoşînekê dide, li Başûr di heman demê de pirsgirêk hene, rewşa Rojhilat diyar e. Di vê demê de ji bo yekitiya neteweyî bê avakirin bang yan jî peyama we tune?
Ji bang û peyamê zêdetir, rewş vê pêwîst dibîne. Li ser gelê kurd siyasetek tê meşandin. Wisa tê dîtin û şîrovekirin tiliya dewleta Îran li ser Rojava heye. Tevliheviyê çêdike. Heta hinek kes dibêjin dewleta Îran nebe meseleya kurd li Rojava, pirsgirêkên dewleta Sûriyeyê ew ê baştir were çareserkirin. Wisa tê gotin, rast derew. Lê rolek wan heye li ser Sûriye û Rojava jî. Rejîm bi xwe heye li ser gelê kurd. Dewleta Tirkiye hemû dijîtiya xwe li ser gelê kurd dike. Dîrok û pêvajo pêwîst dibîne û emir dike gelê kurd ji van derfetan baş îfade bike, yekbûna xwe û îradeya xwe neteweyî rêxistin bike û pêş bixe. Pêwîstiyek dîrokî û civakî ye. Kesek ji vê nereve. Ev ji bo mafên gelê kurd e. Heta ji bo mafên gelê Rojhilata Navîn e. Mirov weke berjewendiyên malbatî, şexsî, partî, hizbî nexe pêşiya vê. Mijara gelê kurd mijareke neteweyî ye. Baş e, çi astengî heye ku rêxistinên kurd li çar parçeyên Kurdistanê neyên cem hev, ruh û îradeyek neteweyî rêxistin neke. Pêwîstî heye, dîrok û pêvajo wisa dibêje, civaka me jî weke xewn û xeyalekê wisa hez dike. Çima nabe? Hereketa me PKK hertim têkoşîna me vê dide. Îro jî em hazir in ji bo vê. Helwest û lêgerînên me jî hene. Lê hinek xwe nadin ber. Tê zanîn. Mesele KDP derveyî erêkirina Tirkiye û hinek kesên din xwe nade ber. Tê fêmkirin, hin rastiya wan wisa ye. Lê em dikarin vê bêjin. Li ser navê îradeya neteweyî yek rêxistin eger nebe ew ê hîç tu gav neyê avêtin. Destpêk îlehî çar û çar be, bila her kes hebe. Dil dixwaze wisa be, pêwîstî ev e. Lê rastiyek heye, KDP xwe nade ber yan jî hinek kes xwe nadin ber. Wê wextê yên dikarin bi hev re rûnên û vê meseleyê nîqaş bikin. Pêwîst e ew werin cem hevdû. Bangawazî ji bo hemûyan ev e. Pêwîstî ji bo hemûyan bê gotin. Yek û dudo nayên, bila neyên. Lê yên heyî were cem hev. Navê wê konferans, kongre, platforma neteweyî yan jî navekî din dibe. Lê pêwîst e di vê pêvajoyê de îradeya neteweyî mirov hîn baştir xurt bike û hereketên kurd li çar parçeyan werin cem hev. Di platformekê de rûnên, rojevekê diyar bikin. Kî xwe nade ber, beşdarî van platforman nabe, îrade û rêxistina neteweyî nîşan nade. Wê wextê civaka me vê bibîne. Hesab jê dixwaze, rexne dike ew jî tiştekî cuda ye. Ev mijareke têkoşînê ye.
ZIMAN BI RUH Û MEJÎ VE GIREDAYÎ YE
Çend rojên din 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî ye, ji bo xwedîderketina li zimanê dayikê û girîngiya wê ji bo kurdan tê zanîn. Ji bo ziman û ji bo 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî peyama we çi ye?
Beriya her tiştî Roja Zimanê Kurdî 15’ê Gulanê li gelê kurd pîroz be. Rojeke pîroz û muhîm e. Ev roj di sala 1932’yan de kovara Hawar li rojavayê Kurdistanê ji aliyê Celadet Bedirxan ve hatiye destpêkirin. Çend hejmar derxistine, hejmarên destpêkê bi erebî û kurdî ye, lê hejmarên dawîn bi kurdî ye. Roja destpêkê wa 15’ê Gulanê ye. Komîteya KNK’ê ya ziman li ser vê çend sal berê nîqaş kir û 15’ê Gulanê weke fermî roja ziman qebûl kir. Ji bo vê li gelê kurd em pîroz dikin. Di dîroka gelê kurd de zûde rojeke taybet e. Vê rojê her kesê kurd careke din li ser kesayeta xwe, çanda xwe, zimanê xwe, dîroka xwe bisekine, bifikire, hinekî mijûl bibe. Giraniya ziman fêm bike. Ziman bi ruh û mejî girêdayî ye. Ji hev ne dûr in. Mejî çawa difikire, ziman wisa diaxive. Yanî qebûlkirin, îknakirin, hezkirina ziman muhîm e. Ziman û ruhê însan, ziman û mejiyê însan yek e. Bi hev girêdayî ne. Civakek eger li zimanê xwe xwedî derkeve, zimanê xwe biparêze û zimanê xwe rêxistin bike tu hêz nikare wê civakê tune bike. Civakek çiqas dewlemend dibe bila bibe, çiqas xwedî hêz be bila bibe lê çand û zimanê wê bê tunekirin ew civak dibe civakek cuda. Yanî winda dibe. Ji kesayeta xwe derdikeve û dûr dikeve. Ji bo vê ziman pir muhîm e. Esas têkoşîna vê tê dayîn. Gelê kurd di bin komkujiyeke spî de weke asîmîlasyon taybet li ser bakurê Kurdistanê. Esas destpêkê li Iraqê zimanê kurdî hatiye qedexekirin, di dîrokê de tê gotin. Li Rojava jixwe hertim wisa bû. Li Rojhilat asîmîlasyoneke giran weke komkujiyekê li ser gelê kurd hat meşandin. Me bi xwe jî hîn di zarokatiyê de bi zorê em elimandin zimanê tirk, ne bi dil. Heta zimanê me di mala me de jî hat qedexekirin ku neyê axaftin. Mamoste tirkan wisa emir dan. Cendermeyên tirkan hertim wisa emir dan. Gelê kurd taybet li Bakur ket rewşekê ku hinek kesan şerm kir bi zimanê xwe biaxivin. Ji vê xetertir, di jiyanê de tiştek tune. Lê careke din gel rabû ser piyan. Bi têkoşîna gelê kurd û Tevgera Azadiyê îro ziman weke rûmet tê dîtin. Kesên ku nikare bi zimanê xwe biaxive fedî dike û şerm dike. Mafdar e jî. lazim e em bi zimanê xwe biaxivin û wisa bifikirin. Mejî û ziman wisa be. Di vê noqteyê de weke şoreşê dibînin. Heqeten pêşketineke dîrokî heye û muhîm e. Lê lazim e mirov hîn pêş bixe, hîn zêde li ser bisekine bi her awayî. Bi zimanê kurdî bifikire, bi kurd bixwîne, bi kurdî binivîsîne. Li ser çapemenî televizyon, radyo, rojname bi her awayî tijî tijî zimanê kurdî careke din pêş bikeve. Yên ku keda wan di 15’ê Gulanê de bûye û li ser ziman dayikên gelê kurd, yên ku heta îro şopandine û dişopînin û li ser disekinin pîroz be.
ŞOREŞ DI PERWERDEYA DIBISTANAN DE YE
Kovara Hawar di heman demê de li Rojava derketibû, li Rojava di heman demê de îro perwerdeyek bi zimanê kurdî tê dayîn. Ma ev ne tiştekî pîroz e, li wê derê dîsa li ser koka xwe şîn dibe?
Diyalektîk e, tiştekî ku tu li ku derê winda bikî encax tu li wê derê qezenc bikî. Serokatî jî wisa dibêje. Li Rojava esas li ser navê kurd û Kurdistanê tiştek nedihat qebûlkirin. Lê di wir de kovar dest pê kir. Ew bersivek bû. Îro jî li ser şoreşa Rojava mêze dike. Yek caran di dîmenan de derdikeve, şexsen ez şoreşê di ku derê de dibînim. Wexta zarokên kurdan çenteyê xwe didin ser milê xwe û diçin dibistanan û bi zimanê xwe perwerdeyê dibînin. Ez şoreşê di wir de dibînim. Ya herî zêde jê moral û coş digire esas ew bû. Di wexta xwe de me ew nejiya. Lê zarokên kurd wexta diçin dibistanan bi zimanê xwe perwerdeyê dibînin, şoreşa herî mezin di vir de dibînim. Ya herî muhîm e. Heqetên ew kovara destpêkê li Rojava derketiye bersiva asîmîlasyon û dagirkeriya giştî bû. Bingeh ji wir tê. Ji bo wê careke din ji bo ew kesên kovar derxistine pîroz dikim û hurmeta xwe diyar dikim.