OGC'ê binçavkirina nûçegihanên JINHA û DÎHA'yê şermezar kir
Cemiyeta Rojnamegerên Azad (CRA), binçavkirina nûçegihana JINHA'yê Rojda Oguz, nûçegîhanê DÎHA'yê Nedîm Oruç û binçavkirina kameravanê Kurdsat News Baran Ok şermezar kir.
Cemiyeta Rojnamegerên Azad (CRA), binçavkirina nûçegihana JINHA'yê Rojda Oguz, nûçegîhanê DÎHA'yê Nedîm Oruç û binçavkirina kameravanê Kurdsat News Baran Ok şermezar kir.
Cemiyeta Rojnamegerên Azad (CRA), binçavkirina nûçegihana JINHA'yê Rojda Oguz, nûçegîhanê DÎHA'yê Nedîm Oruç û binçavkirina kameravanê Kurdsat News Baran Ok şermezar kir. CRA'yê diyar kir ku bi binçavkirina rojnamegerên dixwazin rastiyan tarî bikin.
Cemiyeta Rojnamegerên Azad (CRA), binçavkirina nûçegihana JINHA'yê ya Wanê Rojda Oguz, nûçegîhanê DÎHA'yê yê Şirnexê Nedîm Oruç û binçavkirina kameravanê Kurdsat News Baran Ok bi daxuyaniyek nivîskî şermezar kir. CRA'yê di daxuyaniyê diyar kir ku di demên dawî de êrîşên li ser çapemeniya azad zêde bûye û wiha cih da daxuyaniyê: "Bi taybetî çapemeniya ku balê dikişîne ser rastiyan û pîneyên çapemeniya alîgir dibişkêve rastî zext û zordariyê tên. Rojnamegerên li pey rastî û heqîqetêne û dixwazin rastiyê bi cîhanê re parve bikin tên binçavkirin û girtin. Ji vê girtin û binçavkirinê jî herî zêde nûçegîhanên JINHA û DÎHA para xwe digirin."
CRA'yê êrîş û zextên li ser xebatkarên JINHA û DÎHA şermezar kir û xwest demildest nûçegîhanên JIHNA û DÎHA yên hatin binçavkirin serbest bên berdan.