'Ocalan em ji rewşa heyî ya mûxalefeta Sûriyeyê rizgar kir'
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl diyar kir, di destpêka Şoreşa Rojava de felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ew ji rewşa heyî ya mûxalefeta li Sûriyeyê rizgar kiriye.
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl diyar kir, di destpêka Şoreşa Rojava de felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ew ji rewşa heyî ya mûxalefeta li Sûriyeyê rizgar kiriye.
Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl, bi wesîleya 4. salvegera Şoreşa Rojava, şert û mercên pêkhatina şoreşê, girîngiya wê ji bo gelên Rojava û Sûriyeyê û asta heyî ya şoreşê ji ANF'ê re nirxand.
NE DIBÛ ME RASTIYA REJÎMA BAAS Û RASTIYA SÛRIYEYÊ MÎNA HER KESÎ BINIRXANDA
Xelîl da xuyakirin, ne rast e ew bêjin bingeha Şoreşa Rojava di sala 2011'an de hatiye danîn û got, "Di encama têkoşîna bi salan a Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de li Rojavayê Kurdistanê bingehek ava bû. Ji bo têkoşîna azadiyê, ji bo civakeke rêxistinbûyî kar hatibû kirin. Lewma dema pêvajoya 'Bihara Ereb' destpê kir, civaka herî zêde ji şoreşê re amade bû, gelê Kurd bû. Ji aliyê civakî û siyasî ve xwe li gorî rastiya şoreşê amade kiribû û ew temsîl dikir."
Xelîl bibîr xist, ku ji sala 1963'an û pê ve rejîma Baas a xwe weke 'yekane partî' ya xwediyê welêt didît, bi yekîneyên îstîxbaratê û hêza leşkerî civak bi rê ve dibir, hewl dida civakê bê vîn bihêle û got, "Me jî gelê xwe bi rengekî veşartî bi rêxistin dikir. Di nava gelên din de karekî bi vî rengî yê rêxistinbûyînê tine bû. lewma ji şoreşê re jî ne amade bû. Ji ber ku li ser wan, tirsa ji sazî û hêza leşkerî û îstîxbaratî ya rejîma Baas hebû. Lewma amadekariyeke wan a bi vî rengî tinebû."
Aldar Xelîl ragihand, ku di nava gelên Sûriyeyê de, ji ber bayê wê demê yê li erdnîgariya Ereb, nêrîna "Dema em dest bi şer bikin wê di nava mehek du mehan de rejîm hilweş e. Wê hêzek bê şûna wê û bi vî rengî wê şoreş pêk were" hebû. Xelîl destnîşan kir, ku wan hilweşandin û hatina hinekî din li ser desthilatdariya rejîma Sûriyeyê weke şoreşê nedidîtin û got, "Me dizanîbûn, ev rewşa encax weke guhertina desthilatdariyê dikare bê pênasekirin. Ev nedibû şoreş. Di vê mijarê de gelek derdoran di çarçoveya nêzîkatiya guhertina desthilatdariyê de tevgeriya."
REWŞA SÛRIYEYÊ JI YA WELATÊN DIN CUDA BÛ
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê da xuyakirin, ku Sûriye ne mîna dewletên din bû û got, "Têkiliya rejîma Baas bi dewletên mîna Îranê re stratejîk an jî demkî nebû. Van hêzan qedera xwe bi hev ve girê dabûn. Li aliyê din, Sûriye keleha dawî ya Rûsyayê ya li herêmê bû. Eger Esad biçûya wê bandora Rûsyayê ya li herêmê bişika. Lewma Rûsya bi hêsanî dest ji vê rejîmê bernedida."
Xelîl anî ziman, ji bo nîqaşkirina hemû faktorên di nava şoreşa li Sûriyeyê de dikare rû bide û diyarkirina rêbazekê, weke rêveberên Rojava wan ji ber ewlekariyê bi dizî li derveyî welat civîn lidar xistin û wiha pê de çû: "Ev civîn demeke kurt beriya destpêkirina krîza li Sûriyeyê hat lidarxisitn. Di wê civînê de ev tespît hat kirin: 'Wê li Sûriyeyê şerekî navxweyî der bibe., ev şer wê bibe şerê serdestan ê ji bo desthilatdariya li herêmê. Turiye jî wê ji sedî sed ya yekser yan jî neyekser di vî şerî de cih bigire. Ji ber vê yekê em ê nebin parçeyek ji vî şerê desthilatdariyê'. Me tespît û nirxandinên bi vî rengî kirin."
DI TÊKOŞÎNA DESTHILATDARIYÊ DE EM NEBÛN ALIYEK
Xelîl destnîşan kir, ku li gorî wan, şoreş bi afirandina civakeke azad dikarîbû pêk bihata û axaftina xwe wiha dewam kir: "Lewma me nîqaş kir, ku em dikarin bi çi rengî vîna azad a civakê derxînin holê. Em gihaştin wê baweriyê, ku bi birêxistinkirina civakê ve em dikarin vê yekê pêk bînin. Me berê bi dizî xebatên rêxistinkirinê meşandibû. Lê me nikarîbû xwe bigihîne he kesî. Lewma bi guncawbûna şert û mercan re, ji bo bi rêxistinkirina civakê me saziyên weke komun û meclîs ava kirin. Di vê demê de me ji xwe re ev dirûşme esas girtin 'Em Xeta Sêyemîn' in. Em ê ne bibin hêzeke di bin bandora serdestên navneteweyî de, hem jî bi rejîma Baas a despot re tevnegerin. Yanî em ne bûn yên dixwazin desthilatdariyê bi dest bixin, ne jî bûn yên hewl didin desthilatdariyê biparêzin. Ji bo me ya esasî, civaka azad bû."
XETA SÊYEMÎN FÊM NEDIKIRIN
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl diyar kir, ku ji bilî gelê Kurd kesî hingî ev xeta wan fêm nedikir û got, "Digotin 'ya hûn bi vê re ne, yan jî bi yê din re ne; xeta sêyemîn ji ku derket?' Hin hêzan rejîm û karê xwe ji bîr kirin û êrîşî me kirin. Van hêzan bi rêya çapemeniyê, civîn û panelan bandor li gel dikirin. Gel gelekî hestewar bû. Ereb, Suryanî, Asûrî û Kurdên li derveyî girseya me, di bin bandora van de diman."
Xelîl da zanîn, wan di wê demê hesabê gelek tiştan kirin; hesabê asta moral û hêza rejîmê, rewşa xwe, asta amadekariyê, rewşa hêzên mûxalîf, rewşa Tirkiye û hemû dewletên din ên li Kurdistanê hesab kirin û di dema herî guncaw de yanî di 19'ê Tîrmehê de şoreş xistin meriyetê.
ME PERSPEKTÎFA XWE JI PARÊZNAMEYÊN RÊBERÊ GELÊ KURD GIRTIN
Aldar Xelîl destnîşan kir, ku sedema herî girîng a ku hesab û texmînên wan piştrast kir, analîzên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser Rojhilata Navîn bûn û ev tespît kir: "Birêz Ocalan krîza li herêmê, 10 sal beriya rûdana krîzê dîtibû û nirxandibû. Asta şerê serdestan ê li Rojhilata Navîn ê hêzên sermayeya global, ku ji bo derkeina ji krîzê bimeşîne, baş dîtibû. Em jî li ser Sûriyeyê sekinîn û di çarçoveya rewşa xweser a Sûriyeyê de me hewl dan nexşerêyekê amade bikin. Em dikarin vê yekê bi hêsanî bêjin; Şoreşa Rojava, pratîka nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Em di wê baweriyê de ne; di dema pêş de wê hemû gelên li Rojhilata Navîn, ji bo pêkanîna şoreşa xwe felsefeya Birêz Ocalan esas bigirin. Weke Kurdên li Rojava, eger li şûna felsefeya Birêz Ocalan me ji xwe re felsefe û îdeolojiyeke din esas bigirta, rewşa me wê ji ya mûxalîfên heyî ne cudatir bûya."
Xelîl anî ziman, ku wan nedixwestin Kurdistan ne ji aliyê rejîmê, ne jî ji aliyê komên xwe weke artêşa azad pênase dikirin, bê birêvebirin û got, "Rejîm dema bêmoral ket, komên din moral girtin û êrîş kirin. Bêguman planên xwe hem li ser Şamê hem jî li ser herêmên din ên Sûriyeyê hebûn. Li hemberî hemû herêman dest bi êrîşê kirin. Me dîtin, berê xwe dan Rojava jî. Xwestin Rojava jî bixin bin desthilatdariya xwe. Di bin navê 'Em ê bên û herêma we rizgar bikin' de dixwestin Rojava bi dest bixin. Lê Rojava herêma Kurdan bû û eger pêwîstî bi parastinekê hebe yan jî divê rejîm bê derxistin, diviyabû ev ji aliyê me ve bihata kirin. Me dizanîbûn komên bi navê artêşa azad bi Tirkiyeyê ve girêdayî ne. Eger ew derbasî herêma me bibûna, wê Rojava hilweşanda û li holê vîna Kurdan nedima. Her wiha vîneke demokratîk a ti gelan, a ti kesî nedima.
Lewma me civînek pêk anîn, biryar girtin û biryar xistin meriyetê. Bêguman me rêbazên artêşa azad bi kar nanîn. Me gel xistin nava tevgerê. Me di nava gel de hêzên parastinê ava kir. Bi vî rengî saziyên rejîmê ji nava Kurdistanê derxistin.
WÊ DEWAM BIKE...