Obama cara duyem hişyariya Başîka da dewleta Tirk

Qesra Spî da xuyakirin ku Serokê DYA cara duyem têkîldarî mijara Başîka dewleta Tirk hişyar kiriye.

Qesra Spî da xuyakirin ku Serokê DYA cara duyem têkîldarî mijara Başîka dewleta Tirk hişyar kiriye.

Serok DYA Barack Obama bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Iraqê Haydar El-Îbadî re hevdîtin pêk anî. Têkîldarî hevdîtina telefonê Qesra Spî daxuyanî da, hate diyarkirin ku Obama têkîldarî serketina Ramadiyê ku hêzên ewlehiya Iraqê çeteyên DAIŞ’ê têk birin, Obama Îbadî pîroz kiriye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Obama parastina yekbûna axa Iraqê destnîşan kiriye û wiha got: “Dûbare kir ku divê leşkerên Tirk xwe ji axa Iraqê bikşînin.”

Obama berê di hevdîtina bi telefonê ya bi Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan re, daxwaza xwe ya “vekişandina leşkerên Tirk ji axa Iraqê” anîbû ziman.