Nûredîn Sofî: Kobanê bersiva li komkujiya Qamişlo ye
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Nuredîn Sofî, komkujiya 12'ê Adara 2004'an a li Qamişloyê ji ANF'ê re nirxand.
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Nuredîn Sofî, komkujiya 12'ê Adara 2004'an a li Qamişloyê ji ANF'ê re nirxand.
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Nuredîn Sofî, komkujiya 12'ê Adara 2004'an a li Qamişloyê ji ANF'ê re nirxand. Sofî diyar kir, hesabê komkujiya Qamişloyê bi Şoreşa Rojava re hat pirsîn û destnîşan kir, ku berxwedana Kobanê bersiva li vê komkujiyê ye. Sofî mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da bibîr anî û got, "Ji niha û pê ve ti komkujiyeke li Kurdistanê wê bêbersiv nemîne."
Beriya niha bi 12 salan, di 12'ê Adara 20014'an de rejîma Baas Sûriyeyê, li bajarê Qamişloyê li hemberî gelê Kurd komkujiyek kir, Bi vê komkujiyê re armanca rejîmê ki bû?
Roja 12 Adara 2004 li Qamişlo, piştî maça futbolê ya navbera tîma Cîhad (Qamişlo) û tîma Fitwe (Deyrezur), komkujiyek hat kirin. Li gorî hejmarên fermî di komkujiyê de 36 ciwanên me di encama gulebaranê de ji aliyê polîsên rejîmê ve hatin qetilkirin. Nêzî 10 hezar kes ku di nav de jin û zarok jî hebûn hatin binçavkirin.
Di salvegera 12 Adarê hemû kesên ku di wê bûyerê de şehîd bûne bibîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin. Rejîma Baas lenet dikim. Em di wê baweriyê de ne ku bersiva herî baş a li vê komkujî û hemû siyaseta şoven a sîstema înkar û îmhayê ya Baas, gelê me bi avakirina sîstema xwe ya azadî û mirovahiyê re dide. Tevgera me di despêka avabûna xwe de şehîd weke meşale, rê dîtin û rêya azadiya Kurdistan dît. Ji ber vê yekê berdelê ku hatine dayîn ti carî nehatin ji bîrkirin.
Em li dîrokê binêrin, rewşa Kurdên Rojava beriya şoreşa 19’ê Tîrmeh çawa bû?
Weke tê zanîn Rojavayê Kurdistan bi peymana Lozanê ya 24’ê Tîrmeha 1923'an re, bi peymaneke veşartî di navbera dewleta Tirk û dewleta Fransa de, ji Bakurê Kurdistan hat qetandin. Di wir de Kurdistan dibe 4 parçe. Parçeya herî biçûk ji aliyê hejmar şêniyan û rûbera erdnîgarî ve Rojavayê Kurdistanê ye. Di bingeh de dewleta Tirk xwest şoreşa Kurdistanê bi parçekirina axa wan tine bike. Wisa Rojava xistin bin desthilata Fransa û ji 1920'an heta 1946'an dewam kir.
Nêzîkbûna Fransa li hemberî Rojavayê Kurdistanê çawa bû?
Nezîkatiya Fransa xerab bû. Dema li Sûriyeyê li hemberî metîngeriya Fransa berxwedan derket holê, Fransa sîstema mêtîngerî qulipand sîstema manda û xweseriyeke ji bo Sûriyeyê hişt. Ango bi tenê hezekî leşkerî hiştibû mêtîngeriya nû pêk dihat. Di manda de penc herêm hatibûn diyarkirin. Ji bo dorzî, ji bo elewî, ji bo heleb û ji bo herêm û gelên din jî xweseriyek hebû. Daxwaza Kurd jî hebûn ku wan bêpar nehêlin. Rêveberiya Fransa ev daxwaza Kurdan redkir. Wisa diyar dibe ku lihevkirinek navbera dewleta Tirk û Fransa der heqê mafê Kurda de pêkhatiye. Nezîkatiyekî wisa rû da ku ti maf ji bo Kurdan rewa neyê dîtin.
Fransa ev pêk danî?
Erê, Fransa li gor peymana Lozanê pêk danî. Peymana Lozan ji bo her 4 parçeyên Kurdistan rewayetiya wisa dida dagirkeran ku Kurd û Kurdistan bixin nava sîstema înkar û tinekirinê.
Lozanê rêya komkujiyê vekiribû?
Erê, wisa di peymana Lozanê de rewabûna komkujiyê afirandin. Heta 1946'an di navbera Kurd û Ereban de dijminayetiyekî wisa çênebû. Ji ber her du jî bindest bûn. Bindestî mêtîngeriya Fransa bûn.
Di dîrokê de tekîliya Kurd û Ereb çawa bûn?
Kurd û Ereb bi hezar salan cîranên hevdu bûn û dijminatiyek di navbera wan de tine bû. Hem di serdema desthilatdariya Osmaniyan û hem di serdema Seleheddîn Eyyûbî de bi hev re li hember dagirkeriyê li ber xwe dabûn. Hem jî li hember dagirkeriya Fransa bi hev re têkoşîn meşandibûn. Heta gelek serhildan bi fermandariya Kurdan hatibû bi rê ve birin.
Piştî derketina Fransa, li Sûriyeyê siyaseteke çawa derket pêş?
Piştî derketina xwe dewleta Fransa li Sûriyeyê pergala mêtîngeriya hemdem pêş xist. Berê ew pergal bi şêwazê klasîk pêk danî, niha ev modern kiribû. Wisa bi çêkirina nûnerên xwe siyasetên xwe pêk danîn. Di çarçoveya netewe-dewlet de mêtîngeriya xwe didomand.
Çarçoveya netewe dewletê li Sûriyeyê çawa hat danîn?
Di navbera salên 1946 û 1963'an de gelek guhertinên siyasî li Sûriyeyê pêk hatin. Guhertinên destûra bingehîn çêbûn û parlament hat avakirin.
Nûnerên Kurdan di parlament û çêkirina Destûra Bingehîn de hebûn?
Nûnerên Kurd hebûn û di wê demê de zêde cihêxwazî nebû. Nezîkbûnê nijadperestî zêde nebû. Heta di asta Serokkomar û Serokwezîr de Kurdan erk girtine. Weke mînak Fewzî Silo di sala 1951'ê dibe Serokwezîr û Edîb Şîşeklî di salşa 1953'an dibe Serokkomar ku berê ev fermandarê hêzên leşkerî yên Sûriyeyê bû. Her du jî Kurd bûn. Di nav sîstema Sûri de her tim tevlîheviyeke heye û her sal an jî du salan carekê darbeyek çêdibe. Cara destpêkê li pey şerê cîhanê yê duyemîn li Sûriyeyê darbe li dû hev hatin kirin. Di salên 1949, 1951, 1953, 1961, 1963, 1970 darbe pêk hatin.
Ev darbe çawa hatin kirin û kê alîkariya wan dikirin?
Darbe bi destê artêşê dihat kirin û hêdî hêdî nijadperestiya Ereb derdiket pêş. Bi taybetî bi derketina Cemal Evdilnasir li Misir û Evdilkerîm Qasim li Iraq re, bandorek li Sûriyeyê hat kirin. Wan nîjadperestiya Ereb derxistin pêş. Daxwaza afirandina yekîtiya navbera Sûriye Misir, Sûriye Iraqê derket pêş. Di navbera salên 1958-1961'ê de bi Misirê re yekbûnek çêkirin. Vê yekê li hemberî Kurdan nîjadperestiya Ereb zêde kir. Cemal Evdilnasir bi xwe weke bavê neteweperestiya Ereb e.
Neteweperestiya Ereb çawa xurt bû?
Cemal Evdilnasir bi şerê xwe li hember Îsrail, li hember Fransa û Îngîlîzan bala Ereban dikişan ser neteweperestiya Ereb û Ereb har dikir. Şerê qenal suêz û paşê jî şer bi Îsrail re kelecanên mezin di Ereb de pêş xist.
Komkujiya Amûdê di wê demê pêk hat?
Dewletê di 13'ê Mijdara 1960'î de li Amûdê derî li zarokan girtin, agir berdan Sînemaya Amûdê. Di encamê de 180-283 zarok di nav pêtên agir de jiyana xwe dest dan. Heta şewat venemirî, ti mudaxle ji bo vemirandinê nehat kirin. Tam trajediyek bû. Têkildarî vê komkujiyê ti lêkolîn û darizandin nehat kirin. Komkujî bi vî rengî veşartin.
Ji bo çi ev komkujî hat kirin?
Surî welatekî pir reng û pirçand bû ku tê de Ereb, Kurd, Tirkmen, Ermenî, Druzî, Çeçen, Asûrî û hwd, hene. Dixwestin ew rastiya pir reng xera bikin û civakeke yek reng çêkin û bi vî rengî li ser hikmê xwe pêş bixin. Kurd li hember vê li ber xwe didan û hêdî hêdî tevgerê Kurd jî çêdibû. Partiyên Kurdî çêdîbûn û pêvajoya ronakbiriyê di nava civaka Kurd de bi pêş diket . Her wiha berxwedana Komara Kurdistanê ya li Mahabad û berxwedana çiyayê Barzan jî bandor li ser Kurdên Rojavayê Kurdistan dikirin. Komkujiya sînemaya Amûdê di bingeha xwe de peyamek Cemal Evdilnasir ji bo gelê Kurd bû. Yanî digot: 'ev welatê Ereban e, mafê ti kesî nîne bi zimanekî din, çandekê din bijî'. Wekî din jî peyamek wisa dida Kurdan: 'em te napejîrînin, paşeroja te jî bi komkujiyê zarokan dikujin.'
Li Suriye sîstema Baas çawa derket holê?
Di sala 1947'an de Partiya Baas li Sûriyeyê hat damezandin û dûre bi partiya Sosyalîst a Ereb re bû yek. Wisa partiya vejîn a Sosyalîsta Ereb çêkirin. Di sala 1961'an de Komara yekgirtiya Ereb hilweşiya. Di sala 1963'an li Sûriyeyê û di 1966'an de li Iraqê partiya nîjadperest a Baasê bi darbeyan hatin ser desthilatdariyê. Zîhniyeta nasyonalîzm ku di serdema Cemal Evdilnasir de hatibû destpêkirin di serdema çêbûna Baas de zêdetir hat bi sîstemkirin. Bi taybetî du kesên ku li Fransa xwendî bûn fikra netewperestiya Ereb bi sîstem dikirin. Mîşel Efleq û Selahedîn Beytar bûyerên deshilatdariya Hîtler û Mûsollînî hîn bûbûn û xwestin sîstemeke bi vî rengî li Rojhilata Navîn ava bikin. Heta sala 1970'an deshilatdariya xwe saxlem kirin û di wir de planekê xistin meriyetê ku mînaka wê li ti derê nehatibû dîtin.
KURD TINE HATIN HESIBANDIN
Tam di sala 1965'an de kesekî bi navê Mihemed Talib Hîlal karmendê îstîxbarata Sûrî li herêma Cizîrê; raporek der barê Kurdan de dinîvîsîne. Ew rapor di Tirkiye de navê Plana Şarq Islahat dihat naskirin. Ev projeyekî tinekirin û pêşxistina bişaftinê bû. Ji bo vê jî Kurd bênasname hatin hiştin. Yanî Kurd wekî welatî neyên naskirin û statûya takekes wekî hebûn jî tinebe. Hewce ye mektebên Erebî bên vekirin û zarokên Kurdan bi zorê bi Erebî bên perwerdekirin. Wekî din ji bo ku danûstandin û têkîliyên wan bi Bakur û Başûrê Kurdistanê qut bibe, Kurd ji cihê xwe bên derxistin û ji herêmên hundir (navîn) ên Surî bên veguhestin. Wekî din ji bo herêmên li Kurdan bên valakirin hewce ye Ereb werin veguhestin. Ji bo hejmara nifûsê ji Kurd wekî hemwelatî nehat hesibandin.
Ji bo çi kurd wek welatî nedihatin naskirin?
Digotin Kurdên Bakur pir derbasî Suriye dibin û li gor wan nekarîne hejmara nifûs bidin Kurdan. Di wir de armanca ew rapora ku Talib Hîlal zelal dibû; Dewleta Baas a Sûrî dixwest Kurdan ji hemû mafên welatîbunê bêpar bihêlin. Di raya giştî dihat gotin 200 hezar kes, lê li gor rastiyê zêdetirî 500 hezar kes di rewşeke wiha de jiyan. Di rewşeke wiha de Kurd weke tinebûyî dihesibandin.
Di sala 1970'î de darbeya leşkerî hat kirin û Hafiz Esed bû Serokkomar. Çi hat guhertin?
Hafiz Esed hem serokê partiya Baas bû, hem serokê hêza leşkerî bû û hem jî serokatiya dewletê bû. Wisa hemû muxalîf û hevrikên xwe tesfiye kir û êdî parlamenta Sûriyeyê ya berê hatine hilbijartin jî nema. Rewş girantir dikirin. Di sala 197'an de li ser ava Firatê bendavek çêkirin û ew kesê ku mexdûr bûbûn- eraziyê wan bin avê de mabûn- ji wan re digotin Erebên Tebga. Wateyê wê jî Erebîn Mexdûr.
Çi li wan kirin û ew li ku derê bi cih kirin?
Ew anîn li Kurdistanê li Cizîrê bi cih kirin. Ji Dêrîkê heta Serêkaniyê weke xetekê çêkirin; nav jî lê kirin Xet Elaşra ango xeta dehemîn.
Bi xeta dehemîn re çi dihat xwestin?
Armancê dewletê hem mihacirkirina Kurdan hem jî di nav çemberê de bû. Bi vê rêyê hem nehêlin temasê Kurdan bi hev re li Rojava çêbibe û hem jî temas ligel Bakur asteng bikin. Bi vî awayî pêşiya firehbûna Kurdan dihat girtin. Ev jî ji hemû tiştan gîrîngtir bû ji bo wan. Erdên herî dewlemend ên Rojava ji Kurdan standin û dan Ereban.
Tevgerên siyasî çawa bûn?
Rewşa Rojava ne weke parçeyên Bakur, Başûr an jî Rojhilat bû. Gelê Rojava her tim xebat û têkoşînên di beşên din ên Kurdistanê xwe didîtin. Tevlî wan dibûn. Tevgerên siyasî bi sedema ku dûvikên partiyên din bûn û zîhniyeta serdest serwer bûn; bi awayekî parçegerî û serdestî dihat meşandin. Weke mînak; serokê eşîrekê dixwest tevlî xebata siyasî bibe, xwe dixist rola serokê partiyê. Eger eşîreke din xwestiba tevlî vê partî biba, wî jî dixwest bibe serokê partî. Ev dibû sedem ku partiyên nû çêbibin û xebateke berfireh û yekgirtî neyên meşandin. Dewleta Baas jî yek an du Serokên wan desteser dikir û wisa bêdeng dikirin.
Siyaseta partiyan çiqas serbixwe bûn?
Serbixwe nebûn û piranî di bin siya partiyên din diman. Ji bo mînak; PDK ya Iraqê çawa nêzî pêvajoyan bibûya- heya niha jî- PDKS û Alpartî bi heman awayî siyaset dikirin. Dewleta Baas jî çend mirovên pêşeng desteser dikirin û ji bo yên din jî nav wan de xerabî û fesadî pêş dixistin. Wisa bêbandor dikirin. Di nav wan partiyan de jî kesekî bi bandor derneket. Wekî din bîrdoziyeke zelal tinebû. Partiyên din çi xwestiban ên Rojava nedikarîn li derveyî xwesteka wan derkevin. Disîplîn lawaz bû û çandeke PDK Iraq a navhevde eyarkirin hebû.
Perwerdekirina û amedekirina civakê ji bo pêşerojê çawa bû?
Perwerdekirina wan ji bo meqaman bûn. Mînak kesekî tevlî partiyêkî bibana ji bo girtina vîze û derketina xwendin a derveyî welat û hesabên cuda nêzî Kurdayetî dibûn. Sermayeya wan partiyana ew bûn. Kurdayetî li gel wan li ser hesabên xebat û welatê jiyaneke berjewendîperest û takekesî bûn. Ew rewş heta salên 1980 dewam kir. Ji xwe peymana Cezayîrê hêvî û baweriyên hemûyan şikandibûn.
Hatina PKK û destpêkirina şoreşa vejînê bandoreke çawa li Rojava kir?
Hatina PKK hinekî ew rewş guhert. Ji bo cara yekê partiyekê ji bo her çar parçeyên welat xebatên berfireh û bingehîn destpê kir. Wekî din daxwaza PKK zelal bû û serxwebûn dixwest. Di heman demê de PKK tevgereke ronakbirî bû. Partiyên Kurdistanê heta sala 1985'an xwedî bername û rêziknameyek siyasî ya navxweyî nebûn. Wekî din pirtûk û materyalên PKK zîvirandin zimanê Erebî. Pirtûkên wekî 'berxwedan jiyan e', 'pirsgirêka kesayetî di şoreşa Kurdistan de', 'manîfestoya rêya şoreşa Kurdistan' û hwd. hêvî û baweriya gelê me yê Rojava geş dikir. Destpekirina şerê çekdarî li bakur bandorek pir mezin kir. Dîsa taybetmendiyên kadroyên PKK û exlaq û sekna wan civak heyranî xwe dikir. Her kesî digot: 'APOCÎ cuda ne, di exlaq, di rabûn û rûniştin, di axaftin û di her tiştî de cuda ne'.
Tevlîbûna ciwanên Rojava li nava refên PKK çawa bû?
Tevlîbûnan di sala 1983'an de destpê kirin. Heval Şehîd Îsmaîl Îbrahîm, Şehîd Loqman û li pey wan Şehîd Xebat, Şehîd Ferzende, Şehîd Şîlan, Şehîd Zekeriya, bi sedan ciwanên Rojava tevlî refên şoreşê bûn. Rojava wisa bû qelehên berxwedanê.
Vê tevlîbûnê bandoreke çawa li ser civakê kir?
Ji xwe Rêber APO di aliyê civakî û rêxistina civakî de nirxên taybet, ji bo pêşxistina civakê dida meşandin. Li Rojava bi taybetî jin,ê pêvajoyekî azadî û têkoşînê dabûn destpêkirin. Bi dehan komên çandî çêbûn. Gel xwe di nava şoreşê de didît. Kampanya mîhrîcanên her diçû mezintir dibûn. Tevahiya gel ji vê rewşê bandor dibû.
BAASÊ GAV PAŞ DE AVÊT
Nezîkatiya dewleta baas li vê merhelê çawa bû?
Weke berê bû. Lê gelê me dewleta Baas mecbûr hişt ku ji sala 1986'an û pê ve cejna Newrozê bi fermî qebûl bike û wisa her sal Newroz weke festîvalekê dihat pîrozkirin. Wisa dikarin bêjin fikrên neteweyî ku bi Cîgerxwîn, bi Nuredîn Zaza û bi Celadet Bedîrxan destpêkiribûn; bi PKK'ê re bibû heqîqet. Şoreşa vejînê di Rojava de wisa pêk hat. Bi keda Rêber APO û Şehîdên Nemir bi dewleta Baas gav dihate paşde avêtin.
SERHILDANA 12'Ê ADARÊ ZEMÎNA RAPERÎNA 19'Ê TÎRMEHÊ AVA KIR
Di pêvajoya komployê ya liser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de rewşa Sûriye û Rojava çawa bû?
Di destpêkê de nezîkatiya dewleta dagirker a Baas hesabên şaş hatin kirin. Texmîna wan wisa bûn ku Rêber APO hate girtin êdî şoreşê jî lawaz bibe. Dewleta Sûriyeyê li ser wan hesabên xwe yên şaş bi dewleta faşîst a Tirk re ket tifaqan û siyaseta qirêj meşand. Wisa heya peymana Edene jî lihevkirin. Bi mirina Hafiz Esed û hatina AKP'ê li ser desthilata Tirk re, welatê Sûrî bi temamî wekî eyaletekî Tirkan dihat hesibandin. Di navbera salên 2000'î heya 2011'an de dewleta Sûrî plana înkar-îmha dijwartir kir. Ew planên Talib Hîlal di 1960 de dîsa xistin meriyetê. Komkujiya 12'ê Adarê ya Qamişlo yek ji berhemên ew lihevkirin û zîrveya wan planan bûn. Li aliyê din serhildana 12'ê Adarê zemîna raperîna 19'ê Tîrmehê ava kir. Di heqîqeta xwe de bidestxistina hemû mafên ku bi dehan salan û bi sed salan ji gel hatibûn standin û li kêleka wiya parastina gel di pevajoya şoreşa Sûrî bin penceya rejîma Baas hewcedariyekê biryar û kirdarekê bi lêz bû. Di wê mijarê de heval Xebat û hemû hevalên din bi kedeke mezin destpêkê bi çêkirina YXK (Yekîneyên Xweseriya Kurdistanê) û piştre bi navê YPG û YPJ'ê xebatên xwe berfireh kirin.
Li welatên Ereban raperînên gel çêbûn, lê rewşa heyî neguherî. Sedema vê çi bû?
Li Misir, Tûnis, Yemen û hwd. derfetên wan şoreşan hatin vala derxistin. Dijberên wan sîsteman xwedî zîhniyetekî rast nebûn. Alternatîfeke rasteqîn tinebû. Wan derfetan bi guhertinên hinek kesan sînordar man. Mûrsî anîn, Mûbarek birin û hwd. Di nav wan rewşan de yê herî xerab rol lîst dewleta Tirk bû. Ji bo vala derxistina wan şoreşan bi her awayî, dijminatî li wan gelan kir.
Dewleta Tirk çima dijberê şoreşa Sûriyeyê ye?
Dewleta Tirk ji bo pûçkirina şoreşa Surî hemû rêbazan bi kar tîne. Despêkê bi armanca desteserkirin û kişandina wê şoreşê ser xeta îslama nerm a Îxwan-el-Moslêmîn (Brayen Misûlman) welatê Surî tevlîhev kir. Piştre demekê dîtin ku nikare wisa planên xwe yê qirêj ser bixe, vê carê rêya komên cîhadî yê terorî weke DAIŞ, Bereya Nûsra, Ceyş-El-Îslam û hwd vekir û ew ajot ser gelê me. Axa Sûrî veguherand welatê xwîn û mirinê. Hedefa sereke ya sîstema AKP'ê, vala derxistin û pûçkirina şoreşa gelê me yê Rojava bû. Dewleta faşîst a Tirk piştî sed salan niha jî bi heman zîhniyeta dijminayetiya li gelê Kurd li her derê tevdigere. Lê di rastiya heyî de tevgera azadiya Kurdistanê pêşengiya gelên herêmê û cîhanê dike.
Di 4 salên bihurî yên şoreşa Sûriyeyê de, şoreşa Rojava çawa bû mînaka serketineke guhertin û veguhertineke civakî?
Berî her tiştî paradîgma Rêber APO ya sedsala 21'an ku di parêznameyên xwe pêşxistin, da diyarkirin ku li kaos û pirxirtengiya Rojhilata Navîn encax û encax bi şoreşeke demokratîk a zîhnî û felsefî dikare xwe ji çiravah eyî rizgar bike.
Sedema van kaosan çi ne?
Bi kurtî du sedemên wan hene; yekem hêzên modernîteya kapîtalîst bi hegomoniya cîhanî ya xwe dixwestin bi mêtîngeriya nûjen, bi sîstema nû ya cîhanî, bi aboriya lîberal li ser cîhanê serdest bin. Ji bo wan Rojhilata Navîn cîhekî taybet e. Hem ji aliyê civakî ve sîstemê asteng dike. Hem jî xwedî dewlemendiyeke taybet e. Duyem; ji bo karê xwe pêk bîne bi çêkirina netewe-dewletan ên bi rêya darbeyên leşkerî li Misir-Cemal Ebdilnasir, li Tirkiye- Kemal Ataturk, li Îran- Reza Şah Mîrpenc û hwd. ne li gor rastiya gelan, ji bo berjewendiyên xwe ava kirin. Wisa li her welatekî gele kirin serdest û gelên din xistin bin desthilata wan. Lewma gelek serhildan û berxwedan ji bo azadiyê pêş ketin. Serdestan jî bi siyaseta helandin (asîmîlasyon), komkujî, înkar, îmha, koçberkirin, birçî hiştin û dirûşmên yek al- yek ziman- yek netewe û yek serok daxwazên sîstemê pêk danîn.
ŞOREŞ VALA HAT DERXISTIN
Di encamê de teqîn çêbûn?
Rast e, teqîn çêbûn. Lê her teqandinek nikare ne şoreş e û her guhertinek îleh ber bi serketinê ve naçe. Kî dikare bi pêş de biçe; yê ku alternatîf û meşrûyetê wan hebe û xwe amade kirinê. Li hin welatan tevgerên îslamî pêş ketin û li pey firsed û derfetên pêşketî xwestin bibin deshilatdarên nû. Lê berî her tiştî paradîgmaya Serok APO a sedsala 21'an di parêznameyên li Îmraliyê de hath pêşkêşkirin. Di paraznameyên xwe de kaosa Rojhilata Navîn çareser kiribû. Kaos li Rojhilata Navîn heye û ev kaos encax bi guhertin û veguhertina demokratîk çareser bibe. Tevgera me weke xeta sêyemîn derket holê. Xeta sêyemîn çawa bû. Xeteke dijber netewe dewlet û hegemonîk bû. Xeta sêyemîn bi gel re bi civak re li ser vîna cewherî bi pêş diket. Ev proje li ti cihên din nebû. Li Misirê Mûbarek rakirin Mûrsî anîn. Ê ku rabûn ji bo azadiyê rabûn. Demokrasî xwestin, piçek demokrasî hebû ew jî hat perçiqandin. Şoreş vala hat derxistin, şoreş ji bo azadiye bû ji ber ku di Rojhilata Navîn de gel ji van bêpar hatibû hiştin. Ji ber vê jî gel şoreş kirin.
DIVÊ ŞOREŞ LI TEVAHIYA SÛRIYEYÊ PÊK WERE
Çawa di hemû şoreşan de pir kes li ser keda şoreşê rûdinên, baskê îslamî jî xwestin vê bikin. Gel ji bo polîtîkaya Mûbarek, Bin Elî, Beşar ve serhildanê dikin, azadiya xwe dixwazin. Gelê Kurd ne wisa bû. Projeya xwe hebû, projeya xweseriya demokratîk hebû. di dîroka Rojhilata Navîn a kevnar de bûyera Hz. Nûh a tofanê heye. Tofan çêbû çênebû em nizanin bi guman e. Lê ev sembola çiyê? Bê exlaqî pêş dikeve ji ber vê jî tofan derdikeve. Ev tofan bi xwe re şoreşê tîne. Ji bo xwe li hember baranê û tofanê biparêzin çi pewîste keştî pewîst e. Rojhilata Navîn jî di sedsala 21. de bi kaosekê re rû bi rû ye. Serok APO keştî çekir tam di wextê xwe de. Ne tenê li Rojavayê Kurdistanê, divê şoreş li tevahiya Sûriyeyê çêbibe.
Kurdên Rojava jiyaneke çawa dixwazin?
Piştî şoreş çebû, dijminê gel ê Kurd ketin nava liv û tevgerê. Erdogan dît şoreş çebû. Ji bo ku vê şoreşê binpê bike dest bi êrîşan kir. Erdogan DAIŞ şand Sûriyeyê û kirin bela li serê gelê Kurd. DAIŞ bi girtina Mûsilê re dixwest dewleteke Îslamî ava bike. Berê xwe da Kobanê, DAIŞ rêveberiyên xwe yên rasyonel hebûn. Çi eleqeya dewleta îslamî û Kobanê heye? Kurd ji xwe misliman in. Ne cîhêkî wisa stratejike jî. Çima naçe Baxdayê ew enerjiya ku li Kobanê xerc kir li Baxdayê bikiriba. Kesek nehatiye Kobanê xîlafet çenekiriye diçe Şamê çedike Baxdayê çêdike. Bi hevkariya Erdogan re kirin. Erdogan niha înkar dike, dibêje DAIŞ terorîst e lê pêş çavê cîhanê çebû her tişt. Em ne di sedsala 19. de ne, em di sedsala 21'an de ne. Dema ketin Mûsilê çil heb dîplomatên Tirkan li wê derê girtin. Hema hema giştî tîmên taybet in. DAIŞ heta niha kî esîr girtiye kuştiye, Fransî girtine, Îngîlîzî girtine serê wan jê kirine. Pîlotekî Urdunî girtin bi saxî şewitandin. Lê ev çil diplomatên Tirkiye anîn Til Ebyad kêleka Kobanê di derî de derbasî Tirkiye kirin. Tîliya kesî ji wan birîn nekirin. Li hember vê çi bazar kirin; yek şerê Kurdan ango şerê Kobanê bikin du jî çek bidin wan. Di vê bazarê de li hev du hatin.
HESABÊ ERDOGAN VALA HAT DERXISTIN
Niha rojnamevanekî Tirkiyeyê Can Dundar ê nasnameyeke xwe di nava civakê de heye, ji ber ku tenê dîmenê wan ê ku bi maşîneyan alîkarî ji bo DAIŞ’ê dibirin kirin nûçe niha li xiyanetê dadgeh kirin. Fermandarê ku ew maşîne girtibû ji arteşê avetin. Li ser wî esasî Erdogan ji DAIŞ xwest ku êrîşî Kobanê bike lê hesabê Erdogan vala hatin derxistin. Ji ber Kobanê berxwedaniyek pir mezin hat meşandin. Kobanê warê Ş. Şîlan e. Dîsa bi Arîn Mîrkan re helwest hat dayîn. Hat îspatkirin ku DAIŞ nikare bikeve Kobanê. Ev berxwedan hişt ku nêrîna navneteweyî ya li hemberî YPG û YPJ'ê biguhere.
BERXWEDANA KOBANÊ BERSIVA LI KOMKUJIYA QAMIŞLOYÊ YE
Tirk digotin YPG terorîst e, hevkariya rejîmê dike, lê cîhanê jî dît ku ev DAIŞ a ku di nava 24 saetan de bajarekî ji 2 mîlyonan Mûsilê, ku bi sed hezaran leşkerên xwe hebûn, girt. Lê çar mehan kir û nekir nikarîbû bikeve nava taxeke Kobanê. Wê demê rûhekî fedaî, berxwedanî û welatparezî heye. Ji bo wê li qada navneteweyîî de jî sempati pêş ketin. Çawa ku di sedsala 20. de Che Gûevara bû sembol ji bo cîhanê Arîn Mîrkan jî wisa bû. Ciwan ji aliyê Fransayê, Awûstralyayê hatin tevlî YPG bûn. Fransa Hevseroka PYD'ê û fermandera YPJ li Qesra xwe ya Serokkomariyê pêşwazî kir. Hemû şovenîzm û faşîzma Rojhilata Navîn wek di DAIŞ de kom bûye. Li ser cîhanê dextek dabû çekirin. Gelê Kurd van bi rêveberiya TEV-DEM’ê, bi fikrên Serok APO, berxwedana YPG- YPJ û hezên hevkarê wan re perçiqandin. Berxwedana Kobanê bersiva li komkujiya Qamişloyê ye. Edî nikarin di sînêmaya Amudêyan de zarokên me werin şewîtandin û di Qamişloyan de bi provakasyonan ciwanên Kurd bên kuştin.
ÊDÎ LI KURDISTANÊ WEKE BERÊ KOMKUJÎ BÊ HESAB NAMÎNIN
Mînak li Cizîra Botan qetlîam kirin. Berxwedanek mezin di şexsê Hevserokê Meclîsa Gel Mehmet Tûnç de hat nîşandan. Bejna xwe li ber bîranîna wî ditewînim. Mehmet Tûnç bû Derwêşe Evdî. Mehmet Tûnç berdewama evîna Mem û Zîn e, Egîd e. Fedaiyekî Kurd, egîdekî Kurd navê wî Zinar berdewamiya wî çû xwe di nava Enqereyê de teqand. Çalakiyeke dîrokî kir. Di nava mejiyên wan de çalakî kir. Ev çi ye? Dijmin Kurdan qetil dikin, siyaseta xwe dimeşînîn em jî vê peyamê didin. Êdî li Kurdistanê weke berê qetlîam bê hesab namînin. Çawa hesabê qetlîama Qamişlo ji Beşar hat pirsîn, Rojava hat rizgar kirin hember hemû qetlîamên faşîst û şoven li ser gelê Kurd tê meşandin hesabê wê bê pirsin. Gelê Kurd gihiştiye wê hezê.
Kongreyek li Rojava çêbû. Di ve kongrê de ji bo Sûriyeyeke demokratîk biryar hat dayîn. Hûn vê çawa dinirxînin?
Muxalefeta demokratîk kongre li Derikê çêkir. Gavek dîrokî bû. Hemû alîgirên demokrasî û azadiyê yê ku rastîjî welatpareziya haq ê Sûriyene ji wê muxalefetê kongreyek çebû. Di wê kongreyê de Meclîsa bi navê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk çêbû. Li gorî min ew ê karibe temsîliyeta Sûriyeyê bike. Karibe îradeya Sûrî temsil bike. Yekîtiya ku di nava hêza leşkerî de jî çêbû ye, YPG-YPJ û gelek hezên leşkerî di nav Sûriyeyê de hene. Di bin ala QSD'ê de kom bûn û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk weke konseya xwe ya siyasî pejirand. Ev girîng e. Yê ku dibêjin em opozîsyon in li ser erdê tiştekî wan tine ye. Artêşa ku bi navê arteşa azad şer kirin pir texrîbat çekirin.
MISOGERIYA SÛRIYEYÊ, QSD YE
Li gorî me ya muhîm çareserî li ser erdê Sûriyeyê ye. Di nava gelê Surî çêdibe. Eger Cenevre dixwazin emcam bigirin pêwîste nûnerê gel esas bigirin. Tirkiye vê bloke dike. Ev yek dijminatiya li gelê Kurd e. Hemû cîhan ne mecbûre wek Erdogan bifikire, hemû civak nikare bibe xulamê Erdogan. Gelê Surî ji tecruba Rojava pir moral girt. Hemû hezên leşkerî YPG ji xwe re mînak digirin. YPG wek hêvî dibînin. Mîsogeriya Suriyeyê QSD ye. Nûnerê gel in û meclîsekî demokratîk e. Civak xwe bi xwe rêve bibe. Suriyeke demokratîk ji bo konfederalîzma Rojhilata Navîn bibe mînak. Wê demê wê ji bo gelan bibe bihar. Tişta ku li Misre çêbû ne bihar bû. Dema ku ev proje tam pêk were wê bibe bihar. Lewma berxwedana li Cizîr, Sûr, Silopiya tê kirin, ez careke din silav dikim û şehîdên komkujiyên Cizîrê heta Qamişloyê bibîr tînim, silavên xwe pêşkêş dikim.