Nûçegîhanên DÎHA’yê Turfent û Soydan hatin binçavkirin
Nûçegîhanên DÎHA’yê Turfent û Soydan li Wanê hatin binçavkirin
Nûçegîhanên DÎHA’yê Turfent û Soydan li Wanê hatin binçavkirin
Bi fermana AKP/ Qesrê ve erîşên qirkirinê didomin û li dijî ragihandina azad a ku van rastiyan derdixînê holê jî êrîş didomin.
Nûçegîhanên DÎHA’yê Nedîm Turfent û Şermîn Soydan, li Wanê hatin binçavkirin. Li aliyê din Nedîm Turfent berê jî rastî gefan hatibû û duh polîsan pirsa wî kiribûn. Turfent dema bi maşînê dihat Wanê di ketina Wanê de hat rawestandin û hat binçavkirin.
Soydan birin Midûriyeta Polîsan a Artemêtanê. Hate hinbûn ku Soydan ji ber lêpirsîna ku der barê wê de hatiye vekirin de hatiye binçavkirin.
Hate hinbûn ku Soydan û Turfent birin Midûriyeta Polîsan a Artemêtanê. Bi hinceta lêpirsîna ku der barê wan de hatiye vekirin, hatine binçavkirin.
Lê, hat ragihandin ku Nûçegîhanê DÎHA'yê Nedîm Turfent piştre revandine Geverê.