Nûçegîhanê rastî êrîşa PDK’ê hat: ‘Çapemenî di bin destê wan de fetisiye’

Di çalakiya protestoya duh a Deriyê Sînorê Sêmalka ya li pêşiya Parlametoya Kurdistanê de nûçegîhanê Rojnews Rovan Reşîd rastî êrîşa Asayîşa PDK’ê hatibû.

Li Hewlêrê duh êvarî di saet 16:45'an de ji bo şermezarkirina girtina Deriyê Sêmalka û hebûna leşkerên Tirk ên li Herêma Kurdistanê li ber deriyê parlamentoya Herêma Kurdistanê ya li Hewlêrê çalakiyek bi beşdarbûna sedan kesî hatibû lidarxisitin. Di çalakiyê de endamên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê û Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê (RJAK) amade bûn.

Di çalakiya protestoya duh a Deriyê Sînorê Sêmalka ya li pêşiya Parlametoya Kurdistanê de nûçegîhanê Rojnews Rovan Reşîd rastî êrîşa Asayîşa PDK’ê hatibû. Rojnamevan Rovan Reşîd têkîldarî êrîşa asayîşa PDK’ê ji ANF’ê re axivî.

Rojnamevan têkildarî çalakiyê ev anîn ziman: “Çalakiya şermezarkirina girtina Deriyê Sêmalka ku di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojava de ye, ev demek e li Başûrê Kurdistanê didomin. Duh jî ji bo şermezarkirin girtina Deriyê Sêmalka û heyîna leşkerên Tirk a li Başûrê Kurdistanê, ji aliyê Tevgera Azadî û RJAK’ê ve li pêşiya Parlementoya Kurdistanê çalakiyek hat lidarxistin.”

Çalakî tevî hemû astengiyên Asayîşê jî hate lidarxistin. Piştî çalaki belav bû, hêzên Asayîşê yên sivîl ez kirim hedefa xwe.”

Reşîd behsa demên êrîşê kir û wiha berdewam kir: “Dema ku me amadekariyên xwe dikirin ku em ji cihê çalakiyê veqetin, qasî 20 endamên Asayîşa PDK’ê ku cilên sivîl li wan bû, li derdorî me dihatin û diçûn. Hewl didan ku dest danin ser alavên me yên çapemeniyê û ji her alî ve wêneyên me dikişandin. Piştî ku me hewl da em ji cihê çalakiyê dûr bikevin, weke 2 komên cuda hêzên Asayîşa PDK’ê ketin nav tevgerê. Ji wan 8 kes li pêşiya me meşiyan û yên din li pey me hatin. Ji wan hêzên Asayîşê yekî hewl da ku telefona min ji min bigire. Weke hincet jî diyar kir ku me wêneyên wan girtine û ji ber vê jî xwestine telefona min bigirin. Li ser vê heqaret li me kirin û dest bi êrîşê kirin.”

Reşîd bal kişand ku beriya êrîş bikin rê li çûyin û hatinê girtine, piştre di carekê de êrîşî wan kirine. Reşîd wiha axivî: “Em 5 kes û malbatek bûn. Di carekê de 8 endamên Asayîşê bi kevir û daran êrîşî me kirin. Êrîşê qasî 15 deqeyan dewam kir. Ez bi erdê re kaş kirim û hewl dan ku min bibin asayîşê. Dest danîn ser alavên me. Ev demek bû ez di bin çavdêriyê de bûm. Ji berê ve ez rasterast kiribûm hedef û li firsendê digeriyan. Li vir firsend dîtin û êrîş kirin.”

Nûçegîhanê Rojnewsê Rovan Reşîd bi bîr xist ku dixwazin êrîşî çapemeniya azad bikin û ji ber ku hemû kiryar û planên wan ên qirêj bi rêya çapemeniya azad eşekere dibin, dixwazin bêdeng bikin. Reşîd wiha got: “Ti car bi van êrîşan em ji xeta rastî û heqîqetê dernakevin û em ê piştî vê êrîşê bi awayekî hê aktîftir xebatên xwe bimeşînin. Bi van êrîşan her tim dixwazin çavê rojnamevanan bitirsînin. Lê, bila baş bizanibin ku ti carî em ji rastiyê gavê şûnde navêjin.”

Reşîd destnîşan kir ku bi van êrîşan dixwazin di hemû aliyan de pêşî li rojnamevanan bigirin û ji derveyî enformasyona wan ti tişt neyên parvekirin. Reşîd herî dawî ev bi bîr xistin: “Tiştekî balkêş bû ku wê rojê ji derveyî min ên ku nûçeyan bişopînin, tinebû. Ev jixwe diyar bû ku di hedefê de ez heme. Ji ber ku bi êrîşan rê li hemû rojnamevanan digirin, çapemeniyek azad pêş nakeve. Li Başûrê Kurdistanê rojnamevan di bin zextên hêzên Asayîşê de ne û nikarin karê xwe bikin. Çapemenî di bin destê wan de fetisiye.”

...