Nûçegihanê DIHA’yê û xizmê wî birine ku derê nayê zanîn

Oruç piştî di erdê re rakêşandin bi xizmê xwe re li wesayîta zirxî ya polîsên Tirk siwar kirin û nayê zanîn ku birin ku derê.

Nûçegihanê DIHA’yê Nedîm Oruç ê Silopiyayê yê ku di nav kesên bi çekan bi zorê ji malan derxistin û li salonekî sporê komkirin rastî îşkenceya polîsên Tirk hat. Oruç piştî di erdê re rakêşandin bi xizmê xwe re li wesayîta zirxî ya polîsan siwar kirin û nayê zanîn ku birin ku derê.

Hovîtiya hêzên dewletê ya li hemberî gel bêsînor berdewam dike. Welatiyên li taxas Şehît Harun a navçeya Silopiyayê ya Şirnexê dijîn di nav rojê de ji aliyê polîs û tîmên taybet ve ji bi çekan bi zorê ji mal hatin derxistin û birin salona sporê ya li Taxa Yenîşehîrê ya vegêrandin wergeha komkirinê. Di nav 37 kesên bi zorê birin salona sporê Nûçegihanê DÎHA'yê yê Silopiyayê Nedîm Oruç ê ku bi rojan li navçeyê geşedan ji raya giştî re radigihandin jî hebû.

Li gorî agahiyan li salona berê gelek kesên din jî birinê polîsan kontrola GBT'ê ya welatiyan kir. Di encama kontrolê de hate ragihandin ku Oruç Nûçegihanê DÎHA'yê ye û piştî vê yekê tîmên taybet û leşkeran êşkence li Oruç kir. Hate diyarkirin ku Oruç rastî êşkenceyeke dijwar hatiye û di erdê re hatiye rakêşandin.

Oruç piştî îşkenceyê bi xizma xwe Emîne Guleç re li wesayîte zirxî hatiye siwarkirin û ji salona sporê birine. Nayê zanîn Oruç û Guleç birine ku derê û bi seatane ti agahî ji wan nayê girtin.