Nûçegihana DÎHA’yê Şermîn Soydan jî hate girtin

Nûçegihana DÎHA’yê Şermîn Soydan a ku li Wanê hate binçavkirin, nûçeyên ku çêkirî weke hincet hate diyarkirin û hate girtin.

Nûçegihana DÎHA’yê Şermîn Soydan a ku li Wanê hate binçavkirin, nûçeyên ku çêkirî weke hincet hate diyarkirin û hate girtin.

Nûçegîhana DÎHA’yê Şermîn Soydan a ku 2 roj berê dema diçû nûçeyan bişopîne, li Wanê hate binçavkirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê ji aliyê dadgehê ve hate girtin. Soydan bi rêya SEGBÎS'ê îfade da Dozgeriya Colemêrgê û piştre bi heman pergalê îfade da Dadgeha Cezaya Sulh a Colemêrgê. Soydan ji ber ku bi nûçeya sernavê "Belgeya operasyano veşartî ya li hemberî Geverê", amadekariyên operasyonên qirkirinê kiriye nûçe, hate girtin. Soydan şandin Girtîgeha Wanê.

Li gel Soydan hêjmara nûçegihanên DÎHA’yê yên hatine girtin gihişte 13’an.