Nexweşê ku bi kemoterapiyê dihat dermankirin, li balafirgehê hate binçavkirin!

Ersîn Akatay ê ku li navçeya Seray a Wanê dime û bi kemoterapiyê dihat dermankirin, li balafirgeha Wanê hate binçavkirin.

Ersîn Akatay ê ku ev demek dirêj e li Stenbolê ji ber nexweşiya pençeşêrê dihat dermankirin û ji bo vegere mala xwe ya li gundê Kûrûcan ê girêdayî navçeya Serayê, bi rêka hewayî ji Stenbolê hate Wanê, li balafirgehê hate binçavkirin. Akatay ê li balafirgeha Wanê hate binçavkirin birin Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Emniyetê ya Wanê.

Duh li Qelqelî û Serayê di serdegirtinên malan de 9 kes hatibûn binçavkirin û her wiha li mala Akatay jî lêgerîn pêk hatibû.

Hate hînbûn ku rewşa tenduristiya Akatay cîdî ye.