Nerazîbûnên li hember girtina Yuksek didomin: Em bêdeng nabin

Bertekên li hember girtina Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek a bi fermana Qesr/AKP’ê pêk hat, didomin. Di çalakiyên li Amed, Elezîz, Şirnex û Mêrdînê de, gotin “Em bêdeng nabin, natirsin.”

Bertekên li hember girtina Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek a bi fermana Qesr/AKP’ê pêk hat, didomin. Di çalakiyên li Amed, Elezîz, Şirnex û Mêrdînê de, gotin “Em bêdeng nabin, natirsin.”

AMED

Girtina Hevserokê DBP'ê Kamuran Yuksek li Amedê ji hêla DBP û HDP'ê ve hat şermezarkirin. Daxuyaniya ku ji hêla Parlamentera HDP'ê Feleknas Uca ve hat dayîn de, gelek rêveberên partiyê û welatî beşdar bûn. Wekîlê Hevserokê DBP'a Amedê Abdullah Eflatun bal kişand ser girtina siyasetmedarên Kurd û ev tişt got: "Dibêjin ku bila kes neaxive, lê em wê bê deng nebin. Ji ber ku em mafdar in."

'EM Ê TI CARÎ SERÎ NETEWÎNIN'

Parlamentera HDP'ê Feleknas Uca da zanîn ku ji ber ku Yuksek siyaset kir hat giritn û wiha axivî: "Em wê ti carî li hemberî we serî netewînin. Em wê heta dawiyê siyaseta xwe berdewam bikin."

Piştî axaftinan hat gotin ku wê sibê saet di 16.00'an de li Ofîsê daxuyaniyê bidin çapemeniyê û banga beşdariyê hat kirin.

ELEZÎZ

Her wiha li Elezîz tê jî girtina Yuksek hat şermezarkirin. Daxayaniya BDP'a Elezîzê li ber Garaja Xozatê hat dayîn. Di daxuyaniyê de Hevseroka DBP'a Elezîzê Nafîz Koç eşkere kir ku bi girtina Yuksek dixwazin kongreya giştî vala derxin û ev tişt hat gotin: "Wê bersiva me ya li hemberî girtin, kuştin, şer û operasyonên qirkirinê, bilindkirina têkoşînê be."

ŞIRNEX

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi sedan rêveberen HDP û DBP'ê li ber avahiya navçeyê ya DBP'ê hatin gel hev û girtina Yuksek bi bandên reş ên ku li devên xwe dabûn, şermezar kirin. Di çalakiyê de Hevserokê DBP'ê Mahmut Yildizgorer axivî û diyar kir ku kesên dixwazin di navbera gelê Tirkiye û Kurdistanê de aştiyê ava bikin, tên bêdengkirin.

MÊRDÎN

Her wiha li Mêrdînê jî bi dehan kesan operasyonên qirkirina siyasî û girtina Yuksek bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Daxuyaniya ku li avahiya DBP'ê hat dayîn de gelek rêveberên DBP, HDP'ê û Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim jî beşdar bû.

Daxuyaniya ku ji hêla Hevseroka DBP'a Mêrdînê Perîhan Agaoglû ve hat xwandin de, girtina Yuksek hat şermezarkirin. Agaoglû diyar kir ku ew ê bi ti awayî operasyonên qirkirinê qebûl nekin.