Nehiştin Elewî bikevin Narliyê

Însiyatîfa Gurgumê ya Saziyên Elewî ku ji bo piştgiriya berxwedana Teroyan a li Gurgumê ketin rê, li Narliyê hatin astengkirin. 4 kesên ku hatibûn binçavkirin hatin berdan, rawestandin didome.

Elewiyên xwestin biçin Teroyan, li Narli ya Gurgumê hatin astengkirin.

Hewldana Gurgumê ya Saziyên Elewî ku ji bo piştgiriya berxwedana Teroyan  a li Gurgumê ketin rê, li Narliyê hatin astengkirin.

Wesayît di ketina navçeya Narli ya Gurgumê de ji aliyê gelek polîs û jendermeyan hatin rawestandin. Nehiştin sazî li Mala Cem a Narliyê daxuyaniyê bidin.

Jendermeyan gotin bi talîmata Walîtiyê nahêlin kes bikeve Narliyê, deriyên wesayîtan dan girtin. Jendermeyan daketinên ji wesayîtan qedexe kirin, gefên wiha xwarin: “Hûn demildest vedigerin, em naxwazin dest bi binçavkirinan bikin.” Her wiha jendermeyan ji ajokaran re wî wiha gotin: “Destpêkê em ê we bigirin, demildest biçin.”

Seroka Şaxa Okmeydani ya Komaleya Çanda Elewiyan Sevîm Yalincakoglû ya ji Elewiyên nerazîbûn nîşanî astengkirinê dida, hate binçavkirin. Li ser bertekên girseyê, Yalincakoglû hate berdan.

Di vê navberê de ji bo jenderme û polîsan jî wesayîtên zirxî yên Kobra hatin teqwiyekirin.

5 otobus li ber barîqatan rawestandinên xwe didomînin, jendermeyan gotin ku eger venegerin wê êrîşî wan bikin.

Heyeta ku Parlamenterê HDP’ê Mahmût Togrûl, Ji Federasyona Komaleyên Elewî Bakî Duzgun, Parlamenterê berê yê HDP’ê yê Îzmîrê Muslum Dogan û wekîlên CHP’î jî tê de bi jendermeyan re axivîn, tevî vê jî bersiva ku wê bi ti awayî destûra derbasbûyinê nedin wan standin.

Di vê demê de 4 kes hatin binçavkirin. Mahîr Şahîn, Ûmût Tellî, Bayram Karabûlût, Salîh Gamsiz piştî demekê hatin berdan.

Dema hevdîtinên bi heyetê re, polîsan nehiştin çapemenî dîmenan bigirin. Polîsê sivîl hat gel kedkarên çapemeniyê, got qedexeya weşanê danîne û wiha axivî: “Hûn nikarin dîmenan bigirin.” Li ser vê jî Parlamenterên HDP’ê yê Semsûrê Behçet Yildirim nerazîbûn nîşanî polîsan da. Yildirim wiha bertekên xwe anî ziman: “Eger polîsên we dîmenan digirin, divê rojnamevanên me dişopînin jî dîmenan bigirin.”

Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Muslum Dogan li pêşiya barîqatên polîsan daxuyanî da, got: “Me îradeyek nîşan da û em hatin. Em ê ji niha û şûn de jî têkoşîna xwe bidomînin.”

Dema daxuyaniyê dirûşmeyên, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin.

Beşek ji rêxistinên Elewî vegeriyan, beşek ji wan jî biryar dan ku rawestandina xwe bidomînin.