Li navçeya Silopiyayê a Şirnexê, duh bi şev Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyê Pakîze Nayir ji aliyê hêzên dewletê ve tevî 3 kesan hate qetilkirin. Nayir, di pêvajoya rewşa awarte de her tim banga hevgirtina berxwedana Botanê kiribû.
Nayir di 18'ê kanûnê de di televîzyona MedNuçe de wiha axivîbû: "Yên ku îro ji tevkujiyê re nabêjin raweste, bila sibe neyên fotograf nekşînin û nebêjin 'Em bi we re di hevgirtinê de ne.' Leşker û polîsên ku Tayîp Erdogan şandiye van deran bi rêbazên DAIŞ'ê êrîşên hovane dikin. Tiştên ku em li vir dijîn Kobanê derbas kir. Mal mal dikevin, ji dûr ve bombe davêjin. Bi dehan birîndarên me hene. Dewlet vê zilmê ji Kurdan re rewa dibîne. Lê gel bêzar nabe, dê sikakan terk neke. Gel dibêje 'Emê têk neçin.'
'EV E BIRATIYA WE?'
Em ji yên ku dibêjin 'Biratî' dipirsin, ev e biratiya we? Ez bang li wan kesên ku xendekan dikin hincet dikim. Dev ji van hincetan berdin. Qirkirineke vekirî li Kurdan tê ferzkirin. Qirkirin li ser gelê Botanê tê ferzkirin. Bi rastî ez nikarim bi gotinan îfade bikim. Eger îro deng nedin me dibe sibe dereng be. Dibe bi sedan kes li vir bimire. Eger yên dibêjin ez demokrat im, sosyalîst im, mirov im vê qêrînê nebîhîsin, bila sibe tu kes neyê Silopî û wêneyan nekşînin."
'VÊ QÊRÎNÊ BIBÎHÎSIN'
Ez bang li dewletê dikim. Hişê xwe bidin serê xwe. Rêveberiya cewherî mafê me yê bingehîn e û em dev ji vê mafê bernadin. Ji niha û pê ve tiştekî ku dewlet bide me tune ye. Ez deng li her derî dikim. Vê qêrînê bibîhîsin, dibe sibe pir dereng be. Bawer bikin eger Botan biserkeve dê hemû mirovahî biserkeve."
DI AXAFTINA XWE YA DAWÎ DE JÎ BANGA BERXWEDANÊ KIRIBÛ
Nayir, 2 roj berê jî ji ajansa me re axivîbû û derbarê welatiyên ku bi zora çekan ji mal têne derxistin agahî dabû. Nayir gotibû ku êrîşên li Silopiyê gihiştiye asta komkujiyê û bang li gel kiribû ku li gel hemû êrîşan jî malên xwe û taxên xwe terk nekin. Nayir herî dawî car din banga bilindkirina berxwedanê kiribû.