Navenda giştî ya partiya desthilatdar a li Londra hat dagirkirin
Bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakurê Kurdistanê, Kurdistaniyan navenda giştî ya partiya mûhafazakar a partiya desthilatdar a li paytexta Londrayê dagir kirin.

Çalakî îro di saetên nîvro de li pêşiya avahiya parlamentoyê destpêkir, piştî daxuyaniya çapemeniyê dest bi meşê hat kirin. Girseyê êrîşên topyekun ên dewleta Tirk ên li hember Bakurê Kurdistanê protesto kir. Çalakvan ketin avahiya navenda giştî ya partiya mûhafazakar a partiya desthilatdar a li paytexta Londrayê û dagir kirin.
Çalakiya dagirkirinê 2 saetan dom kir û rêveberên partiyê hevdîtin pejirand. Heyeta ji 3 kesan ên ku Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê jî di nav de ji bo bi rêveberên di asta jor re hevdîtinê pêkbînin, ketin avahiya parlamentoyê. Bi hevdîtina heyetê re çalakiya dagirkirinê jî didome.