Nasnameyên 6 şervanên YPG/YPJ’ê yên jiyana xwe ji dest dane hatin eşkerekirin
Navenda çapemeniya YPG`ê nasnameya şervanên xwe yên ku di bersivdayîna êrîşa bajarokê Silûk, Girê Spî û berxwedaniya Helebê de jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.
Navenda çapemeniya YPG`ê nasnameya şervanên xwe yên ku di bersivdayîna êrîşa bajarokê Silûk, Girê Spî û berxwedaniya Helebê de jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.
Navenda Çapemeniya YPG`ê di malpera xwe de bi rêya daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervanên ku di bersivdayîna êrîşa bajarokê Silûk, Girê Spî û berxwedaniya Helebê de jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.
Daxuyanî wiha ye:
“Ji Çapemenî û Raya giştî re!
Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin ji tevahî cîhanê re diyar kirin ku ew hêza herî bi bandor a li dijî her cureyên terorê ne.
Çeteyên DAIŞ`ê yên ku herêma Cizîrê bi tevahî ji dest xwe winda kirin û jê hatin paqijkirin, têkçûn ranegirtin. Hem ji bo ser têkçûna xwe bigrin, him jî ji bo ji hêzên me tola xwe bistînin, yekser gelê me hedef girtin û êrîşên xwe yên li hemberî bajarokê Silûk û bajarê Girê Spî destpê kirin. Giredayî vê êrîşê, berê xwe dan nuqteyên stratejîk ên di navebera Silûk û Girê Spî de.
Şervanên me yên leheng yên ku bi ruhê Derwêş û Edûleyan ji bo vîna azad şer dikin û pilana çeteyên qirêj bi tevahî vala derxistin. Çeteyan ji vê êrîşê hêvî dikin ku encameke baş bi dest bixin, lê bi saya lehengiya şervanên me windahiyên pir giran dan û li çolê beriyê vegeriyan. Bi vî awayî ev herêm careke din ji ber xeteriyek dijwar hat rizgarkirin.
Di vê berxwedaniya bi rûmet de, ya ku di rûpelên dîrokê de cihekî mezin girtiye, 3 hevalên me bi lehengî şer kirin û gihiştin şehadetê.
Tevî wan 3 hevalên leheng, em nasnameya 3 hevalên xwe yên hêja yên ku di berxwedaniya efsanayî ya li bajarê Helebê de şehîd ketin jî eşkere dikin.
Ji bo doza hemû tekoşerên azadiyê ya ku ji bo doza Kurdistanê xwe feda kirin, em weke Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin soza şopandina doza wan didin û ji bo hemû mirovatiyê sersaxiyê dixwazin.”
Nasnameya şervanên YPG/YPJ’ê yên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Nasnav: Aras Akbûlût
Nav û Paşnav: Bayram Akbûlût
Navê Dayikê: Bedîhe
Navê Bav: Abdullah
Cihê Jidayikbûnê: İstanbûl
Cih û Dîroka Şehadetê: Silûk 01/03/2016
***
Nasnav: Bawer Batman
Nav û Paşnav: Hakan Sevîn
Navê Dayikê: Zelîxe
Navê Bav: Muhemed Elî
Cihê Jidayikbûnê: Batman
Cih û Dîroka Şehadetê: Silûk 01/03/2016
***
Nasnav: Cume Qoser
Nav û Paşnav: Murad Şan
Navê Dayikê: Mekiye
Navê Bav: Remezan
Cihê Jidayikbûnê: Mardîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Silûk 27/02/2016
***
Nasnav: Can Efrîn
Nav û Paşnav: Demhat
Navê Dayikê: Esmehan
Navê Bav: Nîdal
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn/ Mehbetlî
Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb/ Şêx Meqsud 02/03/2016
***
Nasnav: Rojîn Zekeriye
Nav û Paşnav: Evîn Seydê
Navê Dayikê: Suheyle
Navê Bav: Muhemed
Cihê Jidayikbûnê: Kobanê / Elî Şêr
Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb/ Şêx Meqsud 02/03/2016
***
Nasnav: Merwan Gever
Nav û Paşnav: Heqan Dara
Navê Dayikê: Bakîse
Navê Bav: Celal
Cihê Jidayikbûnê: Gever
Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb/ Şêx Meqsud 02/03/2016