Nasnameyên 2 şervanên YPG’ê yên jiyana xwe ji dest dane hatin eşkerekirin.
Nasnameyên 2 şervanên YPG’ê yên ku di operasyona QSD’ê ya “Xezeba Xabur” de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin eşkerekirin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameyên herdu şervanan eşkere kir. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Rojava bi berxwedan û tekoşîna xwe dîroka serkeftinê ava kir û meşand. Li ser rêya azadiyê roj bi roj rêya tekoşîn û azadiyê bilind kirin. Ev jî hemû bi saya berxwedan û tekoşîna Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û şehîdên ku bi qehremantî şehîd ketine hat avakirin.
Di operasyona ku QSD’ê şeva 16’ê Sibata 2016’an, bi navê “Xezeba Xabûrê” ji bo rizgarkirina herêma Şedadê ya li Başûrê Hesekê ji komên çeteyan dabû destpêkirin de, 2 rêhevalên me bi qehremanî şer kirin û gihîştin asta şehadetê.
Em weke Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin soza xwe nû dikin ku em ê heya dilopa xwîna xwe ya dawî li ser rê û şopa şehîdan bimeşin .”
Nasnameyên şervanên YPG'ê wiha ne:
Nasnav: Ciwan Hesekê
Nav û Paşnav: Hemîd El-Zahir
Navê Dayikê: Hesna
Navê Bav: Salîm
Cihê Jidayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê-Ezawî 3-3-2016
**********************
Nasnav: Serdar Serhed
Nav û Paşnav: Mihemed Amoyî
Navê Dayikê: Belqîs
Navê Bav: Resul
Cihê Jidayikbûnê: Mako
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê 2-3-2016