Nasnameya şervanekî hat eşkerekirin

YPG'ê nasnameya şervanekî xwe yê li Helebê jiyana xwe ji dest da eşkere kir.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê nasnameya şervanê xwe Xebat ê di şerê duh ê li Helebê de jiyana xwe ji dest da, eşkere kir.

Di daxuyaniya YPG’ê de wiha tê gotin:

"Heleb roj bi roj ruhê berxwedanê û fedekariya ku bi destê şervanên YPG/YPJ’ê ku bi xwîna xwe ya pak xêz dikin, derdikeve. Careke din di rêya azadî û rûmetê de şervanê YPG gihiştin asta şehadetê.

Berxwedêr Xebat ji pêkhateyê Ereb e û bû sembola biratiya gelan.

Em wek YPG û YPJ soza nûkirina berxwedanê heta gihiştina jiyanek bi rûmet û azad ji bo tevahî gelên li herêmê dijîn.

Şehîd rêberên me ne."

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Xebat
Nav û paşnav: Basil Tehînê
Navê dayikê: Xedîce
Navê bav: Subhî
Cihê Jidayikbûnê: Îdlib – Kefer Deryan
Cih û dîroka şehadetê: Heleb – Seken Şebabî/15’ê Adara 2016’an