Yek ji 2 ciwanên duh li navçeya Amed Rezanê di êrîşa polîsên Tirk de hatin qetilkirin, eşkere bû ku Huseyîn Huseyînoglû ye. Li gorî agahiyan, Huseyînoglû dema bi wesayîta xwe ji herêmê derbas dibû gule lê ketiye û jiyana xwe ji dest daye.
Li navçeya Rezan a Amedê, ciwan bi armanca şermezarkirina êrîşên li hemberî Sûrê duh daketin kolanan, lê belê polîsên Tirk êrîşî ciwanan kirin û 2 ji ciwanan qetil kirin.
Cenazeyên ciwanan ji Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî hatin wergirtin û serê sibehê birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl. Li vir di encama otopsiyê de hate teşxîskirin ku cenazeyek ê ciwanê bi navê Huseyîn Huseyînoglû yê 22 salî ye. Cenazeyê Huseyînoglû ji aliyê malbatê ve hate teşxîskirin. Hate gotin gule li ser dilê Huseyînoglû ketiye, lewma jiyana xwe ji dest daye.
Muhammet Huseyînoglu got ku dema bûyerê bi biraziyê xwe de di heman wesayîtê de bû û ji di rêya kolana Goçmenlerê ya diçû Lîseya Bîrlîkê ji nişka ve guleyek hatiye û biraziyê wî di nava xwînê de maye, ew jî ji ber cama şikestiyê birîndar bûye.
Cenazeyê kesê din ê ku şevê din hate qetilkirin li morgê tê rawestandin, nasnameya wî hê jî nehatiye diyarkirin.