Nasnameya cenazeyekî din jî diyar bû
Ji 3 cenazeyên li navçeya Hezexê yên di êrîşên hêzên dewletê de hatibûn qetilkirin û şandibûn Mêrdînê nasnameya kesekî din jî diyar bû.
Ji 3 cenazeyên li navçeya Hezexê yên di êrîşên hêzên dewletê de hatibûn qetilkirin û şandibûn Mêrdînê nasnameya kesekî din jî diyar bû.
Ji 3 cenazeyên li navçeya Hezexê yên di êrîşên hêzên dewletê de hatibûn qetilkirin û şandibûn Mêrdînê nasnameya kesekî din jî diyar bû. Hat diyarkirin ku cenaze aîdî Şeref Altûnal ê 24 salî ye.
Li navçeya Hezexe ku rêveberiya awarte û êrîşên hêzên dewletê di 16'ê Sibatê de destpê kirin, didome. Di êrîşên hêzên dewletê yên li taxa Turgut Ozalê 3 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên 3 kesan ji bo otopsiyê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Serê sibehê piştî otopsiyê nasnameya Aziz Akan diyar bû û malbatê cenazeyê wî wergirtin. Piştî nîvro nasnameya cenazeyekî din jî diyar bû. Hat zanîn ku cenazeyê duwemîn aîdî Şeref Altûnal ê 24 salî ye. Malbata Altunal, wê sibehê cenazeyê kurê xwe wergirin û li gundê Heciya Kurda yê navçeya Bismila Amedê bispêrin axê.
Duh jî nasnameya 2 cenazeyên ku di 3'ê Adarê de anîbûn Mêrdîn diyar bibû. Cenazeyek aîdî Mazlum Kapaligoz ê 17 salî û cenazeyek jî aîdî Orhan Abay ê 16 salî bû.