Nasnameya 2 şervanên YPG aşkera bûn
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya du şervanên xwe yên li gundê Eyn Îsa ya Kobanê jiyana xwe li dest dabûn aşkera kir.

Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 2 şervanên xwe yên li gundê Eyn Îsa ya Kobanê jiyana xwe ji dest dabûn aşkera kir.
Daxuyaniya fermî ya YPG’ê wiha ye: “Yekîneyên me soz dane heya dilopa xwîna xwe ya dawî wê Rojava biparêzin û şopa şehîdan ji xwe re rê bigirin û li gorî wê rêyê bimeşin.
Ev soza me da ji bingeha baweriya me bi dirûşmeya, “BERXWEDAN JIYAN E”. Li dijî zilm û kiryarên hovane yên DAIŞ’ê yên der heqê gelê herême de, yekîneyên me her roj berxwedaneke dîrokî didin meşandin.
Hevrêyên me Zinar û Serxwebûn du şervanên me yên hêja bûn, soza ku dabûn bicihanîn ji bo parastina Rojava û gelên wê canê xwe dan û gihiştin şehadetê.
Em jî wek YPG’ê û YPJ’ê bi rêzdarî tevahî şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin, ji hemû malbatên şehîdan re sersaxî dixwazin û soza şopdariya rêya şehîdan nû dikin.”
Nasnameye şervanan wiha ye:
Nasnav: Zinar Efrîn
Nav û Paşnav: Hisên Îmam
Navê Dayikê: Sebah
Navê Bav: Semîr
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: 16’ê Tebaxê 2015 / Eyn Îsa - Kobanê
Nasnav: Serxwebûn Bilîcan
Nav û Paşnav: Çiya Çoban
Navê Dayikê: Muhteber
Navê Bav: Asim
Cihê Jidayikbûnê: Mûş -Kop
Cih û Dîroka Şehadetê: 16’ê Tebaxê 2015 / Eyn Îsa - Kobanê