Parlamentera Yekgirtû Îslam Mûhammed got, "Divê Komkujiya Helebçeyê di çarçoveya sûcê li dijî mirovahiyê yê navneteweyî de bê nirxandin" û ji hikûmeta Başûr xwest di vî warî de siyaseteke bi wêrekî bimeşîne. Mûhammed diyar kir, ku Kurd hînê tên qetilkirin û ji bo çareseriyê jî işaret bi yekîtiyê kir.
Li Başûrê Kurdistanê bajarê Helebçeyê, di 16'ê Adara 1988'an de di komkujiya rejîma Saddam Huseyîn de zêdeyî 5 hezar Kurd hatin qetilkirin û bi hezaran mirov nexweşiyên mayînde der bûn, seqet man.
Parlamentera Yekgirtû Îslam Bihar Abdûrrahman Mûhammed got, "Girîng e hikûmeta Başûrê Kurdistanê zextê li hikûmeta navendî ya Iraqê bike, ku vê komkujiyê li qada navneteweyî bide naskirin û weke jenosîd bide qebûlkirin."
Mûhammed da zanîn, bingeha vê hilweşîn û şerê navxweyî yê îro li Iraqê heye, bi komkujiyên Helebçe û Enfalê re hatiye danîn û got, "Bi dîtina min, di vê mijarê de Kurd kêm man e. Rûdana şerê navxweyî yê îro li Iraqê, encama komkujiyên mîna Helebçeyê ne. Lê belê ji ber ku me siyaseteke bi têrkerî, bi bandor û wêrekî nemeşand, ev komkujî weke sûcê li dijî mirovahiyê nehatiye qebûlkirin û me ji bo mirovên rastî komkujiyê hatine alîkariyeke pêwîst peyda nekirine. Halbûkî ev êş hînê dewam dikin. Divê em vê komkujiyê bigihînin qada navneteweyî, bikin ku tevahiya cîhan vê weke sûcê li dijî mirovahiyê qebûl bike."
ZAROKÊN WINDA YÊN HELEBÇEYÊ
Mûhammed bibîr xist, ku di komkujiyê de her wiha gelek zarok winda bûne û hînê nehatine dîtin. Mûhammed got, "Li gorî hejmarên fermî 109 zarokên Helebçeyî di dema komkujiyê de winda bûne. Lê belê ev hejmar dibe ku zêde bibe. Heta niha ji van 8 hatine dîtin û gihaştine malbatên xwe. Sibe jî wê 2 ji van ji Rojhilatê Kurdistanê were anîn û teslîmî malbatên xwe yên li Helebçeyê bên kirin. Dîtina van her du zarokanc ihê kêfxweşiyê ye. Lê belê 'zarokên winda yên Helebçeyê' hînê birîneke xwîn jê tê, ye."
'EGER EM BIBIN YEK, EM Ê PÊŞÎ LI KOMKUJIYAN BIGIRIN'
Parlamentera Yekgirtû Îslam Bihar Abdûrrahman Mûhammed da xuyakirin, ku Kurd îro jî bi gefa komkujiyeke mîna ya Helebçeyê re rû bi rû ne û got, "Kurd bi yekîtî û tevgereke hevgirtî re dikarin li hemberî komkujiyên bi vî rengî derkevin. Hemû hêzên îro bi Kurdan re têkiliyê datînin, li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin. Bi qasî ku jê bixwin têkiliyê datînin. Ev yek hem ji bo welatên li herêmê hem jî ji bo yên li gelemperiya cîhanê derbas dibe. Eger hûn di nava xwe de nebin yek û rêveçûna van têkiliyan ber bi aliyê xwe ve nekişînin, hûn ê nikaribin xwe ji komkujiyan rizgar bikin. Lê mixabin em li siyaseta Kurd ya îro dinêrin, rewşeke ji hev parçebûyî heye. Ji holê rakirina vê rewşê di destê Kurdan de ye. Hêvîdarim her kes wê bi aqilane tevbigere û di nava yekîtiya neteweyî de li gorî berjewendiyên neteweyî tevbigerin û siyasetê bikin."