MSD, TEV-DEM û Komeleya Newrozê xwestin Ocalan azad bibe

MSD, TEV-DEM û Komeleya Çandê ya Newrozê piştgirî dan kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Kampanya îmzeyan ku  Kongreya Star ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan dayî destpêkirin dewam dike.

Şandeyek ji Kongreya Starê, di çarçoveya kampanya îmzeyan de îro seriyek da MSD, TEV-DEM û Komeleya Çandê ya Newrozê.

Şandeya Kongreya Starê ya ku ji Welîda Botî û Mekiye Hiso pêk tê, pêşî çûne navenda Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a li Qamişlo.

Şande ji hêla Serokê Komeleya Çandê ya Newrozê ya Lubnanê Henan Osman û endamê Desteya Siyasî ya MSD’ê Hîkmet Hebîb û Rojîn Rem  ve hate pêşwazîkirin.

'EM Ê PROJEYA OCALAN PÊK BÎNIN'

Hebîb li vir axivî û got, tecrîda li ser Ocalan sûcê mirovahiyê ye û diyar kir ew ê bi hemû hêza xwe li pişt vê kampanyayê bisekinin û projeya jiyana demokratîk a Ocalan pêk bînin.

Nûnerên MSD'ê her wiha îmze danîn binê metna kampanyayê.

Şandeyê TEV-DEM û Komeleya Çanda Newrozê ziyaret kir û ji hêla Cîhan Ferhad û Ebdulîlah Erebo ve hate pêşwazîkirin.

Rayedarên TEV-DEM’ê jî gotin ew vê xebatê pîroz dibîninin û tevlî nav kampanyayê bûne.

Kampanya îmzeyan a bi mebesta azadiya Ocalan dest pê kirî li Lubnanê dewam dike.