BI DÎMEN

'MÎT'ê li ser sînorê Cerablûsê ez teslîmî DAIŞ'ê kir'

Şervanê HSD'ê Îbrahîm Cedîr, piştî ku teslîmî çeteyên DAIŞ'ê hat kirin 6 mehan di destê çeteyan de dîl hat girtin û li dû îşkenceyên giran, rêyek dît û ji nava lepên çeteyên DAIŞ'ê xwe rizgar kir.

Piştî ku hêzên HSD'ê li ser daxwaza gelê herêmê di 23'ê Kanûnê de li başûrê Kobanê dest bi pêngava azadkirina, gund, gundik, bendava Teşrîn û bajarokê Teşrînê kir, ji kêliyên destpêkê ve me ev pêngav li hemû eniyan şopand. Me firsend dît, ku pêşdeçûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kêlî bi kêlî bişopoînin.

Bi şervanên HSD'ê yên ji Cerablûs, Hesekê, Hûms, Îdlîb, Heleb, Kobanê, Efrîn, Qamişlo yên Kurd, Ereb, Suryanî û Tirkmen re me sohbet kir.

ÇÎROKA ÎBRAHÎM CEDÎR Ê JI CERABLÛSÊ

Her şervanekî HSD'ê xwedî çîrokeke cuda ye. Hin ji wan di şer de malbata xwe, hinekan jî hevjîn û zarokên xwe ji dest dane. Hin ji wan ji ber zora çeteyên DAIŞ, El Nûsra û Ehrar û Şam, hin jî ji ber zeta rejîma Baas ji neçarî ji gund û bajarên xwe sirgûn bûne.

Malbata hinek ji wan, bi îhtimala hebûna hêviyê ji ber şer ketin ser rêya Tirkiye, Bakurê Kurdistanê yan jî Ewropayê. Lê belê gelek hene ku xaka xwe neterikandine û ji bo avabûna Sûriyeyeke demokratîk û azad hem li dijî çeteyên DAIŞ, El Nûsra û Ehrar û Şam hem jî li hemberî rejîma Baasê şer dikin.

Yek ji van Îbrahîm Cedîr ê ji Cerablûsê ye. Îbrahîm Cedîr ê li ser bendava Teşrînê bûyerên bi serê wî û malbata wî de hatî ji me re vegot. Cedîr di destpêkê de xwe bi me da naskirin û anî ziman ku ew Erebekî ji Cerablûsê ye û berê endamekî Artêşa Azad bû. Cedîr diyar kir ku Cerablûs ewilî di destê Artêşa Azad de bû. 

DAIŞ'Ê MALBATA WÎ QETIL KIR

Dibêje ku piştî Cerablûs ji kontrola Artêşa Azad derket, ketin bin kontrola komên çete yên El Nûsra û Ehrar û Şam û piştre jî ket bin kontrola çeteyên DAIŞ'ê.

Îbrahîm Cedîr da zanîn, ku ew yek ji kesên di destpêkê de li Cerablûsê li dijî DAIŞ'ê şer kiriye û anî ziman ku DAIŞ'ê bi qasî 50 kes ji malbata wî, ji ber ku bîat nekirine, qetil kiriye. Cedîr diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê, di destpêkê de serê bavê wî jê kirine û dûre bedena wî parçe parçe kirine.

'MÎT A TIRK EZ RADESTÎ DAIŞ'Ê KIR'

Îbrahîm Cedîr da xuyakirin ku bi qasî nîvê endamên malbata wî yên li Cerablûsê ji çeteyên DAIŞ'ê reviyane û hatine Kobanê, nîvê wan jî derbasî Bakurê Kurdistanê bûye. Cedîr ragihand ku ew bi xwe jî wê demê derbasî Tirkiyeyê bûye, lê belê ji aliyê MÎT a Tirk ve hatiye girtin û li ser sînorê Cerablûsê radestî çeteyên DAIŞ'ê hatiye kirin.

Îbrahîm Cedîr, piştî ku teslîmî çeteyên DAIŞ'ê hat kirin 6 mehan di destê çeteyan de dîl hat girtin û li dû îşkenceyên giran, rêyek dît û ji nava lepên çeteyên DAIŞ'ê xwe rizgar kir.

JI ZÎNDANÊ REVIYA Û ÇÛ KOBANÊ

Îbrahîm Cedîr diyar kir ku piştî ew ji zîndanê reviya, berê xwe daye Kobanê û xwe li hêzên YPG/YPJ'ê girtiye. Cedîr da xuyakirin ku di bin sîwana Bûrkan El Firat de wî dest bi şerê li dijî çeteyan kiriye.

Îbrahîm Cedîr anî ziman ku tevî şervanên YPG/YPJ'ê wî li Eyn Îsa, Girê Spî û Sirrînê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer kiriye û piştî ku Hezên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ava bûye, cihê xwe di nava HSD'ê de girtiye. Îbrahîm Cedîr da xuyakirin ku ew di pêngava HSD'ê ya li Başûrê Kobanê de, ku bajarok û bendava Teşrînê hatine azadkirin, cih digigre.

Îbrahîm Cedîr sedema tevlîbûna xwe li nava HSD'ê bi vî rengî tîne ser ziman: "HSD xwedî gelên ji bawerî û çandên cuda ye. Têkoşîna hevpar a gelan gelekî girîng e. Ji ber vê yekê ez jî şervanekî HSD'ê me. Ji ber ku di nava HSD'ê de cih digirim gelekî kêfxweşim."

Cedîr destnîşan kir ku armanca wan paqijkirina Sûriyeyê ji çeteyan e û got, "Di serî de Cerablûs, Minbic û Bab em dixwazin tevahiya Sûriyeyê ji çeteyan paqij bikin.