Meclîsa Sivîl a Minbicê kampekê ji bo koçberan ava dike
Meclîsa Sivîl a Minbicê bi alîkariya rêveberiya Kantona Kobanê, ji bo koçberên Minbicî dest bi çêkirina kampa penaberan kir.
Meclîsa Sivîl a Minbicê bi alîkariya rêveberiya Kantona Kobanê, ji bo koçberên Minbicî dest bi çêkirina kampa penaberan kir.
Yekemîn kampa ji bo penaberên Minbicê, li bejahiya rojavayê bajêr tê çêkirin. Meclîsa Sivîl a Minbicê bi derfetên xwe yê kêm û bi desteka Kantona Kobanê, li rojhilatê bajêr kampê çêdike.
Kamp li gundê Kersanê ku bi 7 kîlometreyan li rojavayê bajêr e tê avakirin. Kamp ji 35 konan pêk tê.
Endamê Meclîsê Omer Walî axivî got: "Tevî derfetên kêm em ji bo koçberan kampê amade dikin. Em ê pêdiviyên wan ên jiyanî jî bi cih bînin."
Walî banga alîkariyê li rêxistinên navneteweyî kir û da zanîn ku hejmara koçberan roj bi roj zêde dibe.