Malbatên cenazeyên wan hatin revandin: Em ê vê hovîtiyê ti carî qebûl nekin

Malbatên 6 kesên cenazeyên wan duh bi şev ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hatin revandin gotin, "Ev terorîzm e. Em ê vê hovîtiyê ti carî qebûl nekin."

Cenazeyên 6 kesên di demên cuda de li Cizîr û Silopiyayê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirn û li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê dihatin ragirtin, duh bi şev ji aliyê polîsên Tirk ve hatin revandin.

Malbatan diyar kirin ku dema wan dixwestin cenazeyên wan radestî wan bên kirin, pê hesiyane ku cenaze hatine revandin û xwestin, cenaze radestî wan bên kirin.

Apê Abdulmecîd Yanik Ramazan Yanik diyar kir ku dema cenazeyên wan anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê kaxiza definkirinê ji wan re hatiye dayîn û got, "Ev kaxiz li ser navê min hat amadekirin. Danê sibehê em hatin cenazeyê xwe bibin. lê belê cenazeyê me revandine." Ap Yanik anî ziman ku cenaze, bêyî agahî ji wan re bê dayîn hatiye revandin û destnîşan kir ku ew vê rewşê ti carî qebûl nakin. Yanik xwest, cenazeyê wan ji wan re bê dayîn.

Xalê Dogan Îşîl Nîmetûllah Urama jî da xuyakirin ku dewletê zext li wan dikir ku cenaze di nava merc û cihekî neguncaw bê veşartin û herî dawî cenazeyê wan revandiye. Urama destnîşan kir ku ev yek hovîtî ye û da zanîn ku ew dixwazin cenazeyê xwe li xaka xwe veşêrin.

Xizmê Haci Ozdal Yûsûf Ozdal jî ragihand ku dozgeriyê kaxiza veşartinê daye wan û got, "Ji me re gotin, 'heta ku hûn neyên ti kes nikare van cenazeyan werbigirin'. Lê belê cenazeyê me revandine." Ozdal anî ziman ku dewletê qanûnên xwe binpê kiriye û cenaze revandiye û got, "Em nizanin bê cenazeyên me bi ku ve birine. Dewlet êdî cenazeyan jî direvîne. Ev nayê qebûlkirin. Ev terorîzm e. Li dijî ol e. Gelo dibe ku cenaze bê revandin?"

...