Malbat ketin hundirê 'jêrzemînên wehşetê': Em ê ti carî nebin xwişk û birayê we!
Jinên ketin hundirê 'jêrzemînên wehşetê' yên li Cizîrê, hêzên dewleta Tirk lenet kirin û banga berxwedanê kirin.
Jinên ketin hundirê 'jêrzemînên wehşetê' yên li Cizîrê, hêzên dewleta Tirk lenet kirin û banga berxwedanê kirin.
Jinên ji malbata Mehmet Tûnç û Orhan Tûnç ên li jêrzemînên wehşetê hatin qetilkirin, tevî bi dehan jinan cara yekemîn ketin hundirê jêrzemînên wehşetê.
DAYIK TÛNÇ: EV DEWLET WÊ ME HEMÛYAN BIŞEWITÎNE!
Jinan dema ketin hundirê jêrzemîna destpêkê, lenet li dewleta Tirk anîn.
Dayik Esmer Tûnç ji aliyekî ve lenet li dewletê anî, li aliyê din jî got, "Ez berê jî hatim vê kolanê. Min bang kir, lê deng ji kesî neaht. Min ewladên xwe ji dest da. Sed metre mabû xwe bigihînim zarokên xwe, lê leşkeran nehiştin. Nehiştin ez zarokên xwe rizgar bikim. Nikarîbûm bibim derman ji wan re. Mehemedê min dest ji ciwanên li vê derê berneda, bi wan re ma. Komkujî ji vê jêrzemînê ragihand ji tevahiya cîhanê re. Kes bi qîrîn û hawara Mehemedê min nehat. Lenet li Ewropayê bê, lenet li Amerîkayê bê, lenet li yên dibêjin 'mafên mirovan hene' bê! Werin bibînin, ev dewlet wê rojekê me hemûyan bişewitîne. Ev wehşet wê me hemûyan bişewitîne."
'XWEDÎ LI SÛR Û HEZEXÊ DERKEVIN'
Xwişka Mehmet Tûnç Fatma Îzleyîcî ket hundirê jêrzemîna duyemîn û li vê derê ji dewletê re got, "We Cizîr şewitandin, we mirov bi saxî şewitandin; gelo ev e biratiya we! Em ê ti carî nebin xwişk û birayê we." Îzleyîcî ji bo Sûr û Hezexê banga xwedîderketinê kir.
'CIZÎR TI CARÎ TÊK NAÇE'
Îzleyîcî got, "Bila êdî kes negirî. Gelo wijdanê cîhanê rehet e? Ey mirovahî dilê te rehet e, tu xweş radizê? Li pêş çavên her kesî 300 mirov bi zindî şewitandin. Bila ber dilê kesî xweş nebe û nebêjin 'Cizîr qediya'. Cizîr ti carî têk naçe. Em ê zarokên xwe bi çîroka vê jêrzemînê mezin bikin, ku hêrsa wan tûj bibe."
Li jêrzemîna sêyemîn jî, dema jinan enqaz bi destê xwe radikirin, çeteyekî tê de kinfên xwendekarekê hebû dîtin. Jinan kinc bêhn kirin û maçî kirin.